Dê konferansa BİKG’ê ya ‘Jin aştiyê îsrar dikin’ bê li darxistin

12:33

JINHA


STANBOL – Dê li Stenbolê ji aliyê Ji bo Aştiyê Girişima Jinan ve konferansa bi duruşma ‘Jin pêvajoyan çareseriyê dinirxînin û di aştiyê de îsrar dikin’ bê li darxistin. Girêdayî konferansê daxuyaniyek nivîskî hat weşandin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Werin em jin bi hever ji bo aştiyê ya pêwîst bikin û nexşerêyê amadebikin. Werin em bi hevere ‘Jin pêvajoyan çareseriyê dinirxînin û di aştiyê de îsrar dikin’ bêjin em bi hev re îsrara xwe ya ji bo aştiyê bi hêz bikin.”


Dê li Stenbolê ji aliyê Ji bo Aştiyê Girişima Jinan (BÎKG) yê ve konferansa bi duruşma ‘Jin pêvajoyan çareseriyê dinirxînin û di aştiyê de îsrar dikin’ bê li darxistin. Konferans dê di 28’ê Hezîranê de li Odeya Mîmaran ya Karakoyê ya Stenbolê di saet 09.30’an de despê bike. BÎKG girêdayî konferansê daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyaniyê wiha despêkir: “Ji bo pêvajoya çareseriyê carekedin baş bikeve rojevê û bê dîtin ku emê çawan aştî bi hevkariyê tê honandin bi nîqaşên xwe nîşan bindin. Em jinên di biniya Ji bo Aştiyê Girişima Jinan de ev 5 sale dixebitin baş dizanin ku aştî hemû beşên civakê yên tên çewisandin eleqeder dike. Divê ji bo ew bibin hîmên bingehîn yên civakê sazumaniya civakê ji nû ve bê çêkirin. Divê aştî ji Lîceyê berbi Geziyê, ji Roboskî ber bi Somayê ve dirêj bibe. Deshilatî ji bo berjewendiyên xwe ser hemû bûyerên civakiyên weke Lîcê, Gezî, Roboskî û Somayê digirin. Ji ber van sedeman emê jin ji helwesta xwe ya ‘Ji bo aştiyê gotina me, ji bo çareseriyê hêza me’ tucarî gava paşde ne avêjin.”


‘Werin em bi hev re îsrara xwe ya ji bo aştiyê bi hêz bikin’   


Di daxuyaniyê de balhatkişandina ser konferansa BİKG’ê ya di 4’ê Gulana sala 2013’an de û wiha hat gotin: “Piştî wê konferansa xwe ji bo aştî bi destê jinan bi hêz bibe me li gel jinan hevdîtin û nîqaş kirin. Me li gel aliyan ser mijara aştiyê nîqaş kirin. Di 25’ê çileya sala 2014’an de me girêdayî mijarê ‘Nêzîkatiya Jinan ya ji bo pêvajoya aştiyê û ji bo aştiyek mayînde pêşniyanr’ raporek amadekir û pêşkêşî raya giştî kir. Di sala derbasbûyî de ji bo tuştên em hînbûn  di serî de ev dihat; ji bo aştiyek rastî û mayînde divê aştî bibe mijara herkesê eleqeder dike. Aştî bikeve rojeva hemû kesîmên civakê. Bi heskirina herkesê be û di rojeva hemû kesîmên civakê debe. Niha pêdiviya me bi nîqaşên ser ji bo aştiyek mayînde bê avakirin pêdivî biç î heyet ê dîtin. Werin em jin bi hev re ji bo aştiyek mayînde ya giring nîqaş bikin û nexşerêyê diyar bikin. Werin em bi hevere ‘Jin pêvajoyan çareseriyê dinirxînin û di aştiyê de îsrar dikin’ bêjin em bi hev re îsrara xwe ya ji bo aştiyê bi hêz bikin.”


 konferansa bi duruşma‘Jin pêvajoyan çareseriyê dinirxînin û di aştiyê de îsrar dikin’ ku ji aliyê BÎKG’ê ve tê amadekirin bernameya wê wihaye:


Serê sibê:


1/ Hînbûyînên BİKG’ê yên (Stenbol, Enqere, Bursa, Edene û Îzmîrê)


2/ Şer çawa hat jinankirin, aştî çawa tê avakirin? (bingehê zagonî, ronîbûyîn, heqîqet, parastin û makezagon)


Piştî nîvro:


1/ Ji bo civakîbûyînê atolyeya pêşniyaran


2/ Atolyeya nirxandinê û cewher


 (zt)