Sînem Mihemed li Danîmarkayê bi rêveberên partiyên siyasî re civiya
13:09
JINHA
HORSÊNS – Hevseroka Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mihemed bi welatiyên Kurd ên bajarê Horsêns ya Danîmarkê û nûnerên Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê, Tevgera Goran, Partiya Aştî û Demokratîk a Kurd ji bo nirxandina rewşa Rojava civiya. Di civînê de Hevseroka Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mihemed diyar kir ku wan di hemû qonaxên ku rêveberî têre derbas bûye bi hemû aliyan re ji bo beşdarî nava rêveberiyê bibin, ketine nava peyîwendiya.
Hevseroka Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mihemed bi welatiyên Kurd ên bajarê Horsêns ya Danîmarkê û nûnerên Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê, Tevgera Goran, Partiya Aştî û Demokratîk a Kurd ji bo nirxandina rewşa Rojava civiya. Di hevdîtinan de Berpirsiyarê Çapemeniya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Ewropa Îbrahîm Îbarhîm û bi dehan welatiyên Kurd ji herçar parçeyên Kurdistanê amade bûn. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevseroka Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mihemed derbarê rewşa giştî li Rojava û pirsgirêkên ku herêm ji ber ambargoyê û êrîşên çeteyan rastî wan tên de axivî.
‘Divê hemû alî tevlî nava êrveberiyên herêmî bibin’
Sînem Mihemed di axaftina xwe de detayên ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk anîn ziman û diyar kir ku wan di hemû qonaxên ku rêveberî têre derbas bûye bi hemû aliyan re ji bo beşdarî nava rêveberiyê bibin, ketin nava têkliyan. Her wiha da zanîn ku hin aliyan bi hemû hêza xwe xwestin vê rêveberiyê têk bibin û ji bo pêkanîna berjewendiyên dewletên herêmî tevdigerin. Lê rêveberî bi saya keda hemû pêkhateyên Rojava ji Kurd, Ereb, Suryan û Asûrî hate ragihandin.
‘Mijarên wekî êrîşên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê nîqşa kirin’
Piştre deriyê nîqaşê derbarê şoreşa gelê Rojava û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de li pêşiya beşdarên civînê hate vekirin. Di civînê de her wiha rapora Rêxistina Mafê Mirovan (HRW) hate nirxandin. Her wiha aktîfkirina rola civanên penaber jî hate nîqaşkirin. Li aliyekî din di çarçoveya serdana Hevseroka Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mihemed de bi nûnerên Partiya Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê (YNK) birêz Serdar Ehmed re li bajarê Orahos civiya. di civînê de Berpirsiyarê Çapemeniya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Ewropa Îbrahîm Îbarhîm û nûnerên Komeleya Kurdî ya Denîmarkê amade bûn. Nûnerên YNK’ê bi serdana şandeyê gelekî kêfxweş bûn û mijarên wekî êrîşên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê nîqşa kirin.
Sînem Mihemed helwesta YNK’ê ya li hemberî şoreşa Rojava silav kir û diyar kir ku gelê Rojava bi hemû hêza xwe ji bo parastina Başûrê Kurdistanê dê li hemberî êrîşên çeteyan li rex pêşmergeyan be.
(zt)

