Ji bo mitîngên Silopiya û Nisêbînê belavok hatin belav kirin
13:30
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li her derê di bin pêşengiya DOKH’ê de bi duruşma “Jin ji bo Azadiya xwe û Serokatiya xwe di Çalakiyan denin’ mitîngên"Çareserî û Azadî" tên li darxistin. Li Silopî û Nisêbînê jî ji aliyê DOKH’ê ve mîtînga "Çareserî û Azadî" tên lidarxistin, ji bo tevlibûna mîtîngê belavok hatin belavkirin.
Li her derê di bin pêşengiya Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) ê de bi duruşma “Jin ji bo Azadiya xwe û Serokatiya xwe di Çalakiyan denin’ mitîngên"Çareserî û Azadî" tên li darxistin. Dê bi heman armancê sibê li navçeya Silopî ya Şirnexê mîtîng bê lidarxistin. Qada Newrozê ya Nû ya Silopyayê ji nihave amadeye û li benda mitînga sibêye. Amadekariyên mitîngê ji zu de despêkirine û bil ez berdewam dikin. Ji bo wê jî rêvebirên BDP û HDP'ê ji bo tevlibûna mîtîngê belavok belav kirin.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di 25'ê hezîranê de, li qada Newrozê, mîtînga "Çareserî û Azadî" têlidarxistin. Ji bo tevlibûna mîtîngê bi lêdana dahol û zirneyê belavok hatin belavkirin.
(zt)
