Hêvînê Reşîd ev 20 rojin li gel 2 zarokên xwe wendaye

13:37

JINHA


EFRÎN– Malbata welatiya bi navê Hêvînê Reşîd Yûsif diyar kir ku ji 3’yê hizêranê ve li gel du zarokên xwe winda ne.


Malbata welatiya bi navê Hêvînê Reşîd Yûsif diyar kir ku keça wan di 2’yê hizêranê de ji gundê hevserê xwe Kefer Sefra yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê ji bo serdana dayîka xwe bike, berê xwe da taxa Şêx Faris ya bajarê Helebê û di 3’yê Hizêranê de ji bo serdana mala birayê xwe ya li taxa Şêxmeqsûd li gel herdu zarokên xwe yên bi navên Esmehan û Luqman Resûl bike, winda bûn.


Li gorî malbata hevserê wê diyar kir ku wê ji wan re gotiye ji bo ku deynê jinekê ku beriya niha jê biribûn vegerîne, ew ê rojekê biçe bajarê Reqa yê. Hêvîn Reşîd Yûsif ji gundê Firêriyê yê navçeya Cindirêsê ye û bi temenê xwe 45 salî ye, zarokên wê Esmehan Xelîl Resûl 13 salî ye û Luqman Xelîl Resûl 9 salî ye.


Malbatê bang li her kesî kir ku derbarê wê de agahiyan dizanin wan li ser van hejmarên telefonan agahdar bikin:  


0949278722    /    0956770818


(zt)