Li hemberî rawestandina doza qirikirina Lîcê bertek

14:57

JINHA


AMED  - Endamê platformê Şaban Malkaş bilêv kir ku dosyayên der barê salên 1990'î yek yek biryara demboriyê tê dayîn û wiha got: "Demên borî ji bo qetlîama Cizîr, Pasûr, Şirnexê biryara demboriyê hatibû dayîn û heman tişt ji bo doza Licê jî hat dayîn. Dozên ku tên vekirin li hember bersûcan tê dayîn, an jî doz tê sirgûnkirin û mexdûr careke din tên mexdûrkirin."


Platforma Licê Edaletê Dixwaze, ji bo balê bikişîne ser bêhiqûqiyê li Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrê Rojhilatê Anatolyayê daxuyanî da. Endamên platformê, serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî beşdarî daxuyaniyê bûn. Endamê Platforma Licê Edaletê Dixwaze Şiyar Kaymaz bibîrxist ku doz ji Amedê birine Eskîşehîrê û ji wir jî neqlî Îzmîrê kirine û herî dawî jî doz hatiye rawestandin. Şiyar bilêv kir ku der barê mijarê heta niha 3 belgefîlm û 2 pirtûk hatine amadekirin. 

‘Ji bo mirin çênebin divê tesîsatên dadê bên avakirin'


Şiyar anî ziman ku ji bo edalet pêk bê tevdigerin lê, di nav 6 mehên dawî de li Licê geşedanên cuda pêk tên û mirin çêdibin û wiha got: "Em dixwazin peywirdarên saziyên cemaweriyê û kesên ku hevparên vê qetlîamê ne dengê me bibihîzin. Em dizanin wijdan rihet nîn in û daxwaza me ew e ku kesên wê rojê ferman girtin û şewitandin, îro biaxivin."

‘Dixwazin delîlên komkujiyê ji holê rakin'


Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî da zanin ku di cotmeha 1993'an de Licê hatiye şewitandin, mirov hatine qetilkirin lê dewletê 20 sala ev sûc lêpirsîn nekiriye. Tahîr diyar kir ku delîl û sûç hatiy piştguh kirin, piştî 20 salan di encama hewldanên gel de doz hatiye vekirin lê têrê nake. Tahîr balkişand ser sewqkirina dozê ya ji bo Eskîşehîr û Îzmîrê û anî ziman ku mexdûr careke din hatine mexdûrkirin, divê dosya li cihê sûc lê hatiye kirin bê dîtin û wiha got: "Li hember Licê edaleteke cuda pêk tînin. Em bang li saziyên Licê dikin ku bi hestiyar bin. Bila hiqûq tişta pêwîst pêk bîne."


‘Doza komkujiya Lîcê jî weke dozên dinê dan rawestandin’

Endamê platformê Şaban Malkaş bilêv kir ku dosyayên der barê salên 1990'î yek yek biryara demboriyê tê dayîn û wiha got: "Demên borî ji bo qetlîama Cizîr, Pasûr, Şirnexê biryara demboriyê hatibû dayîn û heman tişt ji bo doza Licê jî hat dayîn. Dozên ku tên vekirin li hember bersûcan tê dayîn, an jî doz tê sirgûnkirin û mexdûr careke din tên mexdûrkirin." Şaban da zanîn ku ji bo pêvajoya aştî û muzakereyê pêşbikeve divê wijdana hesabî bibe divê rû bi rûbûn pêk were.

‘Divê dozên qirkirinê bi demboriyê re ru bir u bên destgirtin’


Şaban anî ziman ku dê der barê mijarê di 26'ê hezîranê de li ber Edliyeya Licê çalakiya rûniştinê lidar bixin, di 27'ê hezîranê de konê ku li hember qereqolan hatiye vekirin ziyaret bikin. Her wiha di 28'ê hezîranê de li Parka Koşuyolu tevli çalakiya xizmên windayan bibin.


(zt)