Ji bo meşa ÎHD'ê ya Enqerê daxuyanî hat dayîn
15:25
JINHA
STENBOL - Şaxê ÎHD'ê ya Stenbolê, di çarçoveya meşa ber bi Enqereyê ya ji bo berdana girtiyên nexweş de li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Endama Komîsyona Girtîgehan a Komeleyê Hatîce Onaran daxuyanî xwend. Hatîce diyar kir ku ji dema vebûna girtîgehên tîpa F û vir ve 2 hezar 641 girtiyan jiyana xwe ji dest dane.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Stenbolê, ji bo serbestberdana girtiyên nexweş, starta meşa xwe ya ber bi Enqereyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya li ber Girtîgeha Jinan a Girtî ya Bakirkoyê da. Di dema dayîna daxuyaniyê de li gel endamên komeleyê, xizmên girtiyên nexweş û endamên Karê Anarşîst ê Şoreşger (DAF) jî amade bûn. Endama Komîsyona Girtîgehan a Komeleyê Hatîce Onaran daxuyanî da û bibîr xist ku li girtîgehên Tirkiyeyê 235 jê rewşa wan giran 642 girtiyên nexweş hene.
‘Kirinên ser girtiyên nexweş li dijî pîvana hiqûqa ceza û mafên mirovan e’
Hatîce diyar kir ku ji dema vebûna girtîgehên tîpa F û vir ve 2 hezar 641 girtiyan jiyana xwe ji dest dane û got, "Em ji bo wan dimeşin. Ji ber ku em dizanin ku eger wan qanûn binpê kiribin jî, lê nikaribin bi tena serê xwe bijîn û nexweş bin, ragirtina wan li girtîgehê li dijî pîvana hiqûqa ceza û mafên mirovan e." Hatîce destnîşan kir ku girtiyên nexweş ên jiyana wan di xeteriyê de ne û nikarin bi tena serê xwe bijîn, sedema wê çi dibe bila bibe, divê bê şert û merc serbest werin berdan.
Dê li ber derê gelek girtîgehan daxuyanî bên dayîn
Piştî daxuyaniyê xizmên girtiyên nexweş jî axivîn û dûre daxuyanî bi stranên koma Adalilarê bi dawî bû. Endamên ÎHD'ê wê di dema meşa xwe ya ji bo girtiyên nexweş de bi dorê li ber girtîgehên Metrîs, Umraniye, Gebze, Kandira û Bolûyê daxuyaniyêk bidin çapemeniyê.
Piştî van çalakiyan, parêzvanên mafên mirovan ên ji her devera Tirkiyeyê wê di 27'ê Hezîranê roja Înê de li Enqereyê li hev kom bibin û ber bi Wezareta Edaletê ve bimeşin.
Îmzeyên ji bo serbestberdana girtiyên nexweş ji çar aliyên welêt hatine komkirin jî wê piştî vê meşê radestî rayedarên wezaretê bên kirin.
(zt)
