Cenazeyê Hulye Îbrendi ya hatî qetilkirin sipartin axê
16:20
JINHA
STENBOL - Li Bagcilar a Stenbolê jina ciwan Hulya Îbrendî a 18 salî ku 4 meh in ducanî bi çekê hatî qetilkirin. Rêveberên BDP’ê û gelek jinan bi merasîmekê cenazeyê wê sipartin axê. Di merasîma cenaze de dem de duruşmên weke ‘Jin jiyan azadî’û ‘Ji tundiya ser jinê re na’ hatin bilind kirin. Girêdayî mijarê hevserê Hulya Îbrendî hat binçav kirin.
Li taxa Demîrkapi ya Bagcilar a Stenbolê dayika zarokekê Hulya Îbrendî (18) ya 4 meh in ducanî bû, duh danê nîvro ji aliyê kes an jî kesên nediyar ve bi çekê hat qetilkirin. Dema Hulya hat qetilkirin li malê hevserê wê Îsmet Îbrendî, jintiya wê û xizmeke wê amade bûn. Her sê kesên mijara gotinê piştî bûyerê hatin binçavkirin. Cenazeyê Hulya Îbrendî rakirina mora Nexweşxaneya Dewletê ya Bagcilarê. Rêveberên BDP’ê û gelek jinan bi merasîmekê cenazeyê wê sipartin axê. Di merasîma cenaze de dem de duruşmên weke ‘Jin jiyan azadî’û ‘Ji tundiya ser jinê re na’ hatin bilind kirin. Girêdayî mijarê hevserê Hulya Îbrendî hat binçav kirin.
‘Hevserê Hulya Îsmet Îbrendî hat binçav kirin’
Meclîsa Jinê ya BDP'ê ya Bagcilarê piştî kar û barên li nexweşxaneyê cenazeyê Hulya rakir morga Mizgefta Îbrahîm Ethem a li taxa Fevzî Çakmak. Cenazeyê Hulya bi duruşman dipartin axê û paşê birayê wê yê mezin Fehremez Îbrendî axivî. Fehremez diyar kir ku dema ku xwişka wî hatî qetilkirin d imalde hevserê wê Îsmet Îbrendî jintiya wê ya navê wê nizanim û hinek dî endamên malbata wan hebûn. Fehremez da zanîn ku ew di derbarê qetilkirina xwişka xwe de tu agahiyan nizanin tenê tuştên ji otopsiyê derketine dizanin. Hevserê Hulya Îsmet Îbrendî girêdayî bûyerê hat binçav kirin.
(zt)

