Li Stenbolê şanda PYD û PDK’ê civiyan

16:38

JINHA


STENBOL- Îro li bajarê Stenbolê şanda PYD û PDK’ê civiyan. Derbarê civînê de Hevserokê Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê Ebdûlselam Ehmed li ser rûpela xwe ya tora civakî ya Facebookê wiha nivîsiye: “Di civînê de guhertinên vê dawiyê yên li İraq, Sûriye, Başûr û Rojavayê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin. Herwiha behsa dîtina mekanîzmayekê bo karê hevbeş hat kirin daku herdu alî bigihin rêkeftinekê li Rojavayê Kurdistanê, em hêvîdar in ev civîn destpêkeke baş be bo berjewendiya gelê Kurd.”


Îro li bajarê Stenbolê şanda Kantonên Rojavayê Kurdistanê û Şanda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) civiyan û rewşa dawî ya İraq, Sûriye, Başûr û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin. Şanda PYD’ê ji Hevserokê Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê Ebdûlselam Ehmed, Sekreterê Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê Mihemed Mûsa, Berdevka Peywendiyên Dîplomatîk a Tevgera Civaka Demokratîk Çinar Salih û Endama Encûmena Cîbicîkar a PYD’ê Beşîre Derwêş pêk dihat. Şanda PDK’ê jî ji Endamê Polîtburoya PDK’ê Kemal Kerkûkî, Berdevkê PDK’ê Cafer Êminkî û Berpirsê Peywendiyên PDK’ê li Tirkiyê Umer Mîranî pêk dihat.


‘Em hêvîdar in ev civîn destpêkeke baş be bo berjewendiya gelê Kurd’


Derbarê civînê de Hevserokê Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê Ebdûlselam Ehmed li ser rûpela xwe ya tora civakî ya Facebookê wiha nivîsiye: “Di civînê de guhertinên vê dawiyê yên li İraq, Sûriye, Başûr û Rojavayê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin. Herwiha behsa dîtina mekanîzmayekê bo karê hevbeş hat kirin daku herdu alî bigihin rêkeftinekê li Rojavayê Kurdistanê, em hêvîdar in ev civîn destpêkeke baş be bo berjewendiya gelê Kurd.”


(zt)