Emîne Umer: Dê desteya me ji bo azadiya jinan bixebite
16:50
JINHA
QAMIŞLO -Seroka Desteya Jinê ya herêma Cizîrê Emîne Umer girêdayî zewicandina bi darê zorê ku bû sedema xwekuştina jineke ciwan li bajarê Amûdê û kuştina 3 jinan li herêma Efrînê axivî. Emîne diyar kir ku herdu bûyer bandora hişmendiya bavsalariyê ye li ser malbatê, nîşan didin û got: “Desteya me dê ji bo azadiya jinan û xelasiya ji vê hişmendiyê bê navbera kar û xebatan bike.”
Derbarê bûyera cewicandina bi darê zorê ku bû sedema xwekuştina jineke ciwan li bajarê Amûdê û kuştina sê jinan li navçeya Cindirêsê herêma Efrînê pêk hatin de, Seroka Desteya Jinê ya herêma Cizîrê Emîne Umer kiryarên kirêt û tundiya li dijî jinan şermezar kir û wiha got: "Me di herdu bûyeran de bandora desthilatdariya bavsalariyê ya ku malbat ber bi wêraniyê ve biriye, dît. Ev hişmendî rê dide ku hemû di nava malbatê de bav desthilatdar be û hemû biryaran bigre.”
‘Dê desteya me ji bo azadiya jinan bê navber bixebitin’
Emîne da zanîn ku herdu bûyer bandora hişmendiya bavsalariyê ya li ser malbatê, nîşan didin û got: “Desteya me dê ji bo azadiya jinan û xelasiya ji vê hişmendiyê bê navbera kar û xebatan bike.” Emîne di berdewama axaftina xwe de bang li hemû rêxistin û saziyên mafên mirovan kir ku ji bo guhertina vê hişmeniya desthilatdar û parastina mafên jinan, kar bikin.
Emîne di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku desteya wan ji bo rêlibergirtina van kiryaran û bidawîkirina tundiya li dijî jinan dê bi riya sazî û dezgehên xwe kar û xebatan bidin meşandin.
(zt)
