Ji bo 3 nûçegihanên El Cezîre 21 sal cezayê girtigehê
17:38
JINHA
QAHİRE - Li Misirê dadgeh bi sucdariya ‘agahiyên derew belavkirin û alikariyê Birayên Misliman’ dikin 3 nûçegihanê El Cezire ku dihatin darizandin ji her yekê 7 sal cezayê girtigehê hat dayîn.
Li Misirê doza 3 ji wan nûçegihanên El Cezire bi giştî 10 nûçegihanên ku dihatin darizandin bi encam bû. Dadgeha ku li paytext Qahire dihat dîtin muhabirên El Cezire Peter Greste, Muhammed Fehmî û Bahar Mihammed bi sedema sucdariya ‘agahiyê derew belavkirin û ‘alikari dayine Birayên Musliman’ ji her yekê 7 sal cezayê girtîgehê hatin dayîn.
Dadgeh ji bo 3 rojnamevanên biyanî ji deh kesan re 10 sal cezayê girtîgehê da. Di derbarê biryarê Midura weşanên îngilizî a El Cezire El Enstey axivî û got: “Ev mantiq balkêşe û tersê edaletê ye. Ew li bendêne ku rojnamevanên ceza girtin îtîraz bikin.
Rayedarên Misirî xebatên El Cezire a li Misirê ji ber piştgirî dayina Serokomarê Misirê ê berê Muhammed Musrî dikir hat qedexekirin.
Katar jiber li Misirê piştgirî dida rêvebirên Birayên Misliman bu sedem ku navbera Rêvebirên niha a Misirê re vebu. Di runiştinek vê mehê de bersucê yek ji wan Fehmî, ev doz li dijî El Cezire doza xwiynê ye.
Fehmî tekoşîna siyasî a di navbera Katar û Misir de wekî girtinên xwe nirxandibû.
(zt)
