Artêşa Îranê Herêmên Parastina Medyayê tobaran kirin

17:55

JINHA


SİDEKA - Hate ragihandin  ku Artêşa Îranê saet derdorê 15.00’an de Herema Parastina Medya qadên gerîla topebaran kiriye. Topebaran li hemberî bi ser herema Sîdaka ve  Kelaşîn, Berbizina û Xinêrê hat kirin.


Li gorî agahiyên ku hatine bidestxixstin, Artêşa Îranê herema parastina Medya ku di bin kontrola gerîlayan de ye saet di der dorê 15.00’an de topebaran kiriye û gelek zarar û ziyan deye malê gundîyê heremê. .


Cihê ku Artêşa Îranê da ber topebaranê de, gelek gund hene û gundiyên hereme ku derketine zozanan hene. Di topebarânê de gelek zirar û ziyanê gundiya çêbûn. Lê nehat zanîn ku ka di topebarana Îranê de mirî hene an na. Roja 22 Hezîranê jî artêşa hêzên pastaranê îranê gundên Kotol û zozanê girêbarana yê bajarokê Piranşehirê ê rojhilatê Kurdistanê operasyonek ji alîyê pastarên Îranê ve hat dest pêkirin. Operasyona ku li hemberî kaçakçiyê li ser sînor  heya êvarî berdewamkir.   


Di sala 2011’an de heman herêm ji aliyê artêşa Îranê ve hatibî topebaran kirin û jinekê li gundî Kulit a herema berbizina jiyana xwe ji dest dabû.


(zt)