Ji bo girtiyên nexweş li Wanê 10 hezar îmza hatin berhev kirin
18:12
JINHA
WAN - Şaxa ÎHD'ê ya Wanê ji bo girtiyên nexweş serbest bên berdan standa îmzeya vekirin. Girêdayî mijarê Rêvebirê ÎHD'a Wanê Savaş Alici anî ziman ku li Wanê di nava 4 rojan de 10 hezar îmze hatine berhevkirin.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Wanê der barê kampanyaya îmzeyan ya ji bo serbestberdana girtiyên nexweş li avahiya komeleyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Rêvebirê ÎHD'a Wanê Savaş Alici anî ziman ku li Wanê di nava 4 rojan de 10 hezar îmze hatine ber hevkirin.
‘Heta encam girtinê emê çalakiyên xwe bidomîni’
Savaş destnîşan kir ku kampanya bi giştî li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin û îmzeyên ku bên berhevkirin dê di 27'ê hezîranê de li Enqereyê bi meşeke girseyî teslîmî rayedaran bikin. Savaş destîşan kir ku divê hikûmet hestiyariya gel baş binirxîne û ji bo serbestberdana girtiyên nexweş gav biavêje. Savaş bibîrxist ku di navbera salên 1997 û 2013'an de li girtîgehê 3 hezar û 293 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Savaş bilêv kir ku heta encamê bigirin dê çalakiya xwe bidomînin.
(zt)
