Dê Stewr bi ramanên jinan ji nû ve bê avakirin

08:51

Nurcan Yalçın / JINHA


MÊRDÎN – Hevşaredara Stewrê Gurbet Tekîn diyarkir k udi dîroka Tirkiyê de yek ji şaredariyên herî kevine ev 122 salin tû xizmet ji bo welatiyan nekiriye û got: “Xebata me ya yekem rakirina hişmendiya mêran ya 5 hezar sal li van waran deshilatî ser jinan û tevayî civakê kirine. Emê ji bo cardin jin mafê xwe yê xwezayî bi dest bixin têbikoşin.”


Li gel ku navçeya Stewrê ya Mêrdînê di dîroka Tirkiyê de yek ji navçeyên herî kevne ji sala 1884’an heta niha heye lê ji bo welatiyan tu xizmet nekiriye. Di hilbijartinên Herêmiyên 30’ê Adarê de carayekê şaredariya Stewerê kete destê BDP’ê û weke hemû şaredariyên BDP’ê ew jî bi pergala hevserokatiyê tê bi rêvebirin. Li Stewrê cara yekeme jinek weke hevşaredar tê hilbijartin. Hevşaredara Stewrê Gurbet Tekîn qala projeyên xwe yên di dema pêş de bikeve meryetê kir. Gurbet da zanîn k udi projeyên wan de despêkê ji bo jinan projeyên giring hene û wiha got. “Xebata me ya yekem rakirina hişmendiya mêran ya 5 hezar sal li van waran deshilatî ser jinan û tevayî civakê kirine. Emê ji bo cardin jin mafê xwe yê xwezayî bi dest bixin têbikoşin.”


‘Dê pergala hevserokatiyê bibe azadiya jinan’


Gurbet anî ziman ku hevserokatiya ku ji aliyê BDP û HDP’ê ve ketiye meryetê ji bo azadiya jinan bûye ronahiyek û wiha domand: “Bi sed salan jin li ser vê rednîgariyê tune hatin hesibandin, hatin kole kirin û şidet li wan hat kirin. Jin ji mafê wan yên herî xwezayî hatin bê par hiştin. Pergala deshilatiya mêran her dem mafên jinan yên xwezayî ji destê wan girtin. Emê jî bi pergala hevserokatiyê ji bo şikandina pergala deshilatiya mêran ya heyî têbikoşin. Rêgeza îdeolojiya me ya bingehîn jin kirina xwedî hişmendiya avakirina pergalek nûye. Ji ber ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pergala hevserokatiyê pêşkêşî me jinan kir ez li ser navê hemû jinan sipasiyên xwe jêre dibêjim. Birêz Abdullah Ocalan bi pergala hevserokatiyê em jinên kurd di cîhanê de kirin xwedî maf. Em jî ji bo bibin layêqî Serokatiya xwe çî ji destê me bê emê bikin.”


‘Dê zêdetir xebatên me ji bo jinan be’


Gurbet destnîşan kir ku ji bo jin di her aliyan de bikarin xwe li ser lingê xwe bigirin dê kooperatîfan avabikin û wiha berdewam kir: “Dê di kooperatîfên me de tenê jin bixebitin. Divê di aliyê madî û manewî de jin bikarin xwe li ser lingê xwe bigirin. Dê di kooperatîfên me de li gel waneyên kurdî bi gelek zimanên dinê perwerde bên dayîn. Ji bom e hemû ziman giringin. Li Stewrê du zoravayên zimanên kurdî kurmancî û kurmanckî li gel tirkî, erebî û suryanî tên axaftin. Emê ji bo zarokan kireşan vekin.”


‘Emê heman xizmetê bibin şaredariya xwe jî’


Gurbet derbirî ku dê giraniya xebatên xwe ji niha û pêde bidin xebatên ji jin û ciwanan û got: “Emê ji bo ciwanan cihên weke werzîş, pirtûkxane û navendên civakî vekin. 3 bajarokên me yên girêdayî navçeya Stewrê hene. Emê di wan bajarokan de jî ji bo jin û ciwanan pirtûkxane, malên piştevaniya perwerdê û xizmetên civaki yên bê hucret vekin. Dê ev xebatên me jî tayîbetî ji bo jin û zarokan xizmetê bikin. Emê cihê xwarin ji destê mêran derxînin û dê jin di wan cihên xwarinê de bixebitin. Dê di wan cihên xwarinê de jin xwarinên xwe yên herêmî û xwarinên nava malê çêkin.”


‘Emê li tax û gundan komîteyan avabikin’


Gurbet bilêv kir ku dê din ava taxan û gundan de jî xebatên wan berdewam bikin û wiha got: “Emê di tax û gundan de meclisên jin, zarok û ciwanan avabikin. Emê di wan meclisan de di serî de pirsgirêkên jinan yên hemû tax û gundan di wan meclisan de nîqaş bikin û li riyên çareseriyê bigerin. Herî dereng ev gotinên min dê din ava 3’ê mehan de bikevin piratîkê. Bi pergala hevserokatiyê êdî jin li herderê wekehev û xwediyê mafê gotinêne. Ji niha û şonde bêyî em fikirê jinan bigirin emê tu xebatan nekin. Di van mijaran de jin gelek şanazin û em jî gelek şanazin ku bi pirsgirêkên jinan re mijul dibin.”


‘Emê pergala deshilatiya mêran ji holê rakin’


Gurbet anî ziman k udi dîroka şaredariya Stewerê de cara yekeme bi hilbijartinên herêmiyên di 30’ê Adarê de kete destê BDP’ê û tê de bi pergala heveserokatiyê karkirin jinan galek kêfxweş dike û wiha got: “Heta niha şaredariya Stewrê di destê pergalê debû. Heta niha ji bo vê navçeyê tu xizmet nehatiye kirin. Şaredarî di bin deyînek mezin de hêlane. Niha 12 trilyon deyînê şaredariyê heye. Ev 122 salin şaredariya Stewrê heyî li gel wê jî hîna xizmetên weke av û kanalîzasyon nehatine kirin. Ji xwe tu herêmên civakî û heta tu herêmên ji bo jinan nîne. Jin ji malên xwe dernakevin, cihek yê ew lê bên bahev nîne. Jin ji nava mala xwe û mitfexê dernakevin. Emê pergala hişmendiya mêran ji holê rakin. Heta niha jin bi tenêbûn. Ji niha û pêde emê li gel jinan bi hev re bixebitin.”


 (zt)