Julia Videmman: Dê HDP bibe xwediyê mîsyonek gerdunî

10:36

Zehra DOGAN- Şêrîn HISO/JINHA


ENQERE – Endama Partiya Dîelînke ya Elmanyayê Julia Videmman ya ku beşdarî 2’emîn Kongreya HDP’ê ya Awartebûyî got: “Bi HDP’ê re di dema pêş de dê kurd ser hemû cîhanê siyasetek azad û di xizmeta gel de bi rêve bibin.” Endama Partiya Kizil ya Norvêçê Seher Aydan jî got: “Şoreşa ku jin pêşengiyê neke ne şoreşa mine. Din ava HDP’ê de bi pergala hevserokatiyê di serî de din ava gelek mekanîzmeyan de jinan cîh girtiye. Ji ber wê jî ez di wê baweriyê deme ku HDP partiya jinane.”


2’emîn Kongreya HDP’ê ya Awarte bi beşdariya nûnerên gelek partiyên siyasiyên ji hemû aliyên cîhanê hat li darxistin. Fîdan Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş weke hevserok di kongeryê de hatin hilbijartin. Endama Partiya Dîelînke ya Elmanyayê Julia Videmman û Endama Partiya Kizil ya Norvêçê Seher Aydan kongre nirxandin û wiha gotin: “Di biniya HDP’ê de kombûna gelek partiyan û bi rêveberiya siyasetek nû gelek giringe. HDP Partiya gelên çewisandiye xwediyê tayîbetiyek di cîhanê de mînake.”


‘Mînakên weke HDP’ê li Elmanyayê nîne’


Julia Videmman wiha got: “Lig ora min 2’emîn Kongreya HDP’ê ya Awarte weke konferansek ciyawaz derbasbû. Ez li Elmanyayê jî rastî kongreyên xwediyê dîmenên bi vî awayî nehatime. Ez li Elmanyayê hatim dunyayê û mezin bûm. Bi salan min li Elmanyayê di frekansên partiyên siyasî de cîh girtiye. Partiya ku ez têde cîh digirim jî partiya sêwane. Lê heta niha min ne li Elmanyayê û ne jî li tu devera cîhanê partiyeki mîna HDP’ê berfireh û nû jen nedîtiye. Di kongereyê de ji beşa bit emen zêdetir beşa ciwan hebû. Ev jî dide diyar kirin ku ciwan ji bo pêşeroja partiyê gelek bi biryarin. Ev rewşek ku heta niha ez qet rast nehatime. Ez gelek şaşwaz mam. Di haman navendê de siyasetmendarên bit emen û ciwanan bi hev re biryar girtin. Ev rewşek gelek bi kelecane.”


‘Di tevaya cîhanê de HDP mînake’


Julia da zanîn ku jig elek partî û frakansên siyasî di bin heman banî de kombûn bê guman mijarek zore û di vana wê zoriyê de jî serkeftiye. Julia anî ziman ku dema ji derve li HDP’ê tê nêrîn weke karek qet wê nikare bê kirin lê tê nêrîn û wiha domand: “Lê niha ez dibînim ku bê goman karek dikare bê kirine. Partiyên xwediyê nêzîkatiyên cuda û xeta wan ya hindirîn yek. Bi HDP’ê re hatina bahev û bi hev re di heman cihî de kar kirin gelek giringe. Din ava welatek weke Tirkiyê bi hişmendiya tekane dixebite, dibin banê partiyekê de kombûyîn û bi hev re ji bo çareseriyê xebat kirin gelek giringe. Tevgera kurdan û partiyên çep yên sosyalîst hatina bahev û bi hev re biryar girtina wan gelek giringe. HDP bi nêzîkatiyên xwe yên weke siyasetmendarên bi salan temenê xwe dane siyasetê û xwediyê tecruberyên mezinin bi ciwanan re hatina bahev û bi hev re biryargirtin bi coşa xwe ya çareseriyê di cîhanê de mînaka yekeme.”


‘Jinên ciwan yên HDP’ê xwediyê zanyariyên siyasîne’


Julia wiha axaftina xwe domand: “Xeta siyasetê ya HDP’ê li gel azadiya erdnîgariya Kurdistanê partiya hemû gelên bindest û hatîn çewisandine. Bi HDP’ê re di dema pêş de dê kurd ser hemû cîhanê siyasetek azad û di xizmeta gel de bi rêve bibin. Din ava HDP’ê de zindî xebata jinan min gelek bi coş û kelecan kir. Min di kongrê de dît ku jinên ciwan li welatiyan xwedî derdikevin û hêza xwe nadin destê mêran. Min li vêderê dît jinên xwediyê nasnameya kurd û sosyalîst di rastiyê de xwediyê zanyariyên siyasiyên ku heta niha di tevahiya cîhanê de nekariye bi ser bikevinin. Wê demê êdî min zanî ez li cihek rastim.”


‘Şoreşa Rojava ji kevneşopiya tekoşînê ya demokrasiyê tê’


Julia di axaftina xwe de Şoreşa Rojava ya Jinan bibîrxist û berdewam kir: “Li Rojava niha şoreşa jinê tê jiyan kirin. Her kes dizane ev ne tesadufeke. Ji bo jiyan kirina şoreşek wiha kedek siyasi ya bi salan heye. Niha li Rojava jiyankirina şoreşê bi destê jinên ciwan ji kevneşopiyek jinan ya azadiyê tê. Ez di wê bereriyê deme k udi serî de Rojhilata Navîn dê kurd di tevahiya cîhanê de modelek ya jiyana demokratîk avabikin.”


‘Rojava modela jiyanek nûye’


Julia anî ziman ku kurdan bi mînaka xwe ya Rojava rest avête ser hemû cîhanê û wiha pêde çu: “Li Rojhilata Navîn qirkirinên çete bi navê ol  dikin her dem di rojeva cîhanêdene. Li hemberî dewletên Rojhilata Navîn yên bi pergala yekane kar dikin polîtîkayek gelek giran dimeşînin. Din ava van tevan de di Rojhilata Navîn de Rojava mînakek biçuke. Li gel van hemûyan jî gelê kurd bi modela Rojava li hemberî van hemû hêzên paşveru bê tirs şer dikin û bi hişmendiyek ekolojîk û azadiya jinan modela jiyanek nû avadikin. Ewrupa û ABD her dem weke demokrasiyek lig ora xwe didin jiyan kirin. Niha tu welatên din ava Ewerupa de cesaretê nakin serî hildin û modela jiyanek nû avabikin. Ji ber dê ev biç î bi dawî bibe di ferqêdenin. Rojava modela jiyanê ya kul i hemberî siyaseta Ewrupa û ABD’ê rabûye. Ji ber wê jî şoreşa Rojava gelek giring û watedare.”


‘Di Tirkiyê de li gel rabirdu û dahetuyê biryara herî raste’


Endama Partiya Kizil ya Norvêçê Seher Aydan jî diyar kir ku HDP’ê dîrokek nû nivisiye û got: “Bi tayîbetî jî di nava vî şerî de nûneriya jinan. Yek ji mînaka herî giring ya em li gel xwe bibine. Li ber çavane heta niha hêz û partiyên deshilat dar ji bo berjewendiyên xwe gel mêtînger kirine. Hatina HDP û BDP’ê ya bahev ji bo gel tekoşîn kirin ji wê rastir çî heye? Li gorî min di Tirkiyê de li gel dahatu û rabirduyê HDP mînaka herî rast û projeya herî giringe. Partiya ku jin pêşengiya wê neke ne di hêza şoreş kirinê dene. Şoreşa ku jin pêşengiyê neke ne şoreşa mine. Ji ber wê ye HDP jinan derdixe pêş. Di serîde pergala hevserokatiyê din ava gelek mekanîzmayên HDP’ê de jin pêşengiyê dike. Ji ber wê jî ez bawerdikim ku HDP partiya jinane.”


‘Jinên Rojava ji bo jiyanek demokratîk têdikoşin’


Seher dazanîn ku deshilatiyê her dem ser jinan polîtîkayek qirêj daye meşandin û wiha got: “Ji ber wê jî li gel giringiya şoreşa jinan ya Rojava weke gaveke gelek bi cesaret jî nîşanî me dide. Li cihekî weke Rojhilata Navîn em dibînin jin ne tenê ji bo axê şer dikin. Jinên Rojava ji bo hilweşandina deshilatiya mêran tekoşînê dikin. Derdê Rojava dewlet yan jî alayek ya wan li hewayê biheje nîne. Li wê jin li hemberî pergala yekane ji bo avakirina jiyanek hamû gelên li wê bi hev re bijîn têdikoşin.”


‘Gelê Rojava birêxistine’


Seher bilêv kir ku bi rêxistinkirina gelên ereb, suryanî û kurd dibin rêveberiya jinan de şoreş tê kirin û wiha domand: “Her gel şoreşê bikin li gorî erdnîgariya xwe tevbigerin. Em niha dikarin bêjin li Rojava gelek partî hene. Lê ev partî hemû li gel hevin. Ev mînakek giringe. Ermenî li gel tekoşîna xwe li gel rêxistina Rojavane jî. Ez dikarim vê ji bo gelên dinê jî bêjim. Rojava vê rast dibîne û şoreşa xwe hiha dikin. Nihal i gorî ku em wan di şopînin di cîhanê de mînaka herî nûjen û giringin.”


 (zt)