OGC: Ji bo rojnamegerên girtî banga hestiyariyê kir

12:29

JINHA


AMED – OGC girêdayî rewşa rojnamegerên girtî daxuyaniyek dan û ji bo doza Nûçegihanê DÎHA yê Abdullah Çetîn yê dê sibê li Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê bê dîtin banga tevlîbûna dozê kir.


Cemiyeta Rojnamegerên Azad (OGC) girêdayî rewşa rojnamegerên girtî daxuyaniyek nivîskî dan. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku li vî welatî hîna pirsgirêka rojnamegeriyê birînek ne hatiye kewan dine û wiha hat gotin: “Di çapa cîhanê û  saziyên navnetewi de  di çapemeniya Tirkiyê de li gel bertekên rojnamegerên azad jî rojnamevanên girtî serbest nayên berdan.”


‘Abdullah ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê hat girin û ev 2,5 e girtiye’


Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin kul i gorî hijmara platforma Rojnamegerên Azad hîna li Tirkiyê 24 rojnemeger tên girtin û wiha hat domandin: “Yek ji van rojnamegerê Ajansa Nûçeyna yê Dîcleyê Abdullah Çetîn yê ku dê sibê daza wî li Dadgeha Cezayê Giran ya Sêrtê bê dîtine. Abdullah di çarçoveya ‘Doza KCK’ê ya Misricê’ tê darezandin ev 2 sal û nîve di girtîgehê de tê girtin û hîna doza wî berdewam dike. Di dozê de Abdullah ji ‘endambûna rêxistinê’ tê darezandin. Lê di rastiyê de Abdullah ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê hatiye girtin. Di îdia nameya wî de tu sedemên ku wî di girtîgehê de dihêlin nîne.”


‘Girtina rojnamegeran mijarek ya şermêye’


Di daxuyaniyê de balhat kişandina ser bê sedem di girtîgehan de girtina wan û wiha hat berdewam kirin: “Li dosyayên rojnamegeran yên kum e lê nêrîn tenê sedema girtina wan nasnameya wan ya muxalîfe. Girtina rojnamegeran di girtîgehan de ji bo welatan tenê mijara şermêye ji bo wî welatî. Êdî dest ji van bûyerên şermê berdin.”


Di daxuyaniyê de daxwaz hat kirin k udi serî de Nûçegihanê DÎHA yê Abdullah Çetîn yê dê sibê li Dadgeha Cezayê Giran ya Sêrtê bê dîtin hemû rojnamegerên girtî azadbibin. Her wiha di daxuyaniyê de bang li hemû alîgirên demokrat kirin ku beşdarî doza Abdullah Çetîn ya sibê bibin.


 (zt)