Li Tirkiyê partiya jinan tê avakirin

13:00

JINHA


ENQERE – Li Tirkiyê jinan yekem Partiya Jinan avakirin. Dê sibê Partiya Jinan ya nû hat avakirin ji bo fermîkirina partiya xwe daxwaznameyê bidin Wezareta Karkeran. Armanca jinan di hilbijartinên 2015’ê de bikevin meclisê.


Li Tirkiyê jinan yekem Partiya Jinan avakirin. Dê Wezareta Karkeran sibê ji bo Partiya Jinan ya nû hat avakirin daxwaznameyê bidin. Girêdayî partiya jinan daxuyaniyek nivîskî hat weşanein. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li Tirkiyê ji derveyî polîtîkaya heyî pêdivî bi polîtîkayek nû heye. Ev guherîn jî tenê bi jin û ciwanan dikare bê kirin.”


Daxuyaniya nivîskiya Desteya Partiya Jinan ya nivîskî wihaye’


“Em tev dizanin ku pêdiviya Tirkiyê bi guherînan heye. Ji be ev rastiyane zêdetir bên dîtin, çareserî bê çêkirin, em pêşniyarên xwe zêdetir bi dengekî bilind bikin me pêdivî bi partiyek bi navê Partiya Jinan dît. Ev tevgerek guherînêye. Ev guherîn jî tenê bi jin û ciwanan dikare bê kirin. “


Ji bo partî bi awayekî fermî bê avakirin dê sibê Partiya Jinan daxwaznameyê bidin Wezareta Karkeran.


 (zt)