Asayîşa Jinan: Em hêza parastina hemû jinanin
15:06
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN– Rêveberiya Hêzên Asayîşa Giştî ya Jinan a Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê mijarên tundiya ku li dijî jinan pêk tên şermezar kir. di daxuyaniyê de hate gotin ku ew ê ji bo parastina mafê jinan bi hemû hêza xwe têbikoşin. Her wiha bang li jinan hate kirin ku derbarê buyerên tundiya li dijî jinan de wan agahdar bikin.
Di destpêka daxuyaniyêd e wiha tê gotin: “Wekî tê zanîn bi hezaran salan e, li dijî jinan desthilatdariya sîstema baviksalariyê tê meşandin û koledarî tê ferz kirin. Tevî ku jiyan bi jinan dest pê dike û bi jinan diherike, di civaka zayendperest de piraniya jinan li dervayî jiyana civakî tê hiştîn. Jin di malê de wek koleyek û bi qeydan hatibe xistin tê mehkûm kirin. Hem di qada civakî de hem jî di malê de jin ji ber fîzîka xwe rastî tundî û zordariya fîzîkî zayendî û derûnî tên. Feraseta zordar û desthilatdar a baviksalariyê jinan tenê wek amûrekî zayendî, xenîmet û maşîneya zarokanînê dibîne û hemû cureyên zordariyê li dijî jinan pêk tîne. Bi vê yekê bandoreke neyînî li jinan dike û şikandina vîna wê û qutbûna hêviya jiyanê dide avakirin ku piranî bi xwekuştinê encam dide.”
‘Bi armanca buyerên wiha dubare nebin’
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Mînaka vê ya herî dawî di 19 Hezîrana 2014 de bajarê Amûdê ya Kantona Cizîrê a Rojavayê Kurdistanê rû da. Keça 18 salî ya bi navê Nadya Riyad Ehmed bi zora bavê xwe jê hat xwestin ku bi kesekî ku naxweze pêre bizewice û dema hêza keça 18 salî têrê nekir ku vê zewaca bê dil bide sekinandin, dawî li jiyana xwe anî. Bi armanca buyerên wiha dubare nebin, em wekî Hêzên Asayîşa Giştî ya Jinan a Rojavayê Kurdistanê daxwazên xwe tînin ziman.
Em ê alîkariyê bidin jinên rastî tundî û zordariyan tên
Wek Asayîşa Giştî ya Jinan a Rojavayê Kurdistanê banga me ya yekemîn ji bo hemû jinan e. Bila hemû jin bizanibin ku her çiqas zordariya feraseta baviksalariyê û zayendperest kevn be jî berxwedan û têkoşîna li hemberî vê zordariyê jî herî kêm ew qas kevn û xurt e. Îro yek ji mînakên herî xurt a vê berxedanê Asayîşa Jinan a Rojavayê Kurdistanê ye. Bila hemû jin bizanibin ku bê çaremayîn û xwekuştin ne çareserî ye. Em wek Asayîşa Giştî ya Jinan a Rojavayê Kurdistanê ji bo parastina jinan di hemû aliyan de amade ne. Em ê alîkariyê bidin jinên rastî tundî û zordariya bav, bira, hevser û hwd tên, bikin. Tenê daxweza me li van jinan ew e ku derbarê buyerên wiha de me agahdar bikin. Ji bo agahdarkirinê her jin dikare serî li navendên me yên asayîşê bide an ji li van reqemên telefonan ên jêrin bigere.
Jinên Rojavayê Kurdistanê ne bi tenêne
Banga me ya duyemîn jî ji bo kes an jî kesên tundî û zordariyê li dijî jinan pêk tînin e. Li dijî jinan tundiyê pêk tînin û îradeya jinan binpê dikin bihêzbûnê zilaman nade diyarkirin lê belê lewaztiya van zilamên zordar nîşan dide. Bi taybet li welatekî wekî Rojavayê Kurdistanê ku bi Xeseriya Demokratîk re bi awayekî demokratîk jiyan dike, zordariya van zilaman a li dijî jinan şerm, rûreşî û tewambariyeke giran e. Hûn hemû zilamê zordar bizanibin ku ji kîjan pêkhateyê dibe bila bibe jinên Rojavayê Kurdistanê ne bi tenê ne. Em wek Asayîşa Giştî ya Jinan a Rojavayê Kurdistanê li dijî hemû tundî û zordariya li dijî jinan bê ceza nahêlin. Em ê di çarçoveya zagonî de her dem şopdar bin û hesap ji we bixwezin.
Hejmarên telefonên me ev in: “474995 – 371681 – 712818 – 758270 – 732652 – 466438”
(zt)
