Ji bavê girtî ji bo keça li ber mirinê banga hestiyariyê
09:08
Derya CEYLAN /JINHA
ÊLİH – Bavê Mizgîna ku nexweşiya gurçikan pêre hey eli gel wê jî tekoşîna jiyanê dide girtiyê Siyasî Alaattin Noyan ji bo tenduristiya keça xwe banga hestiyariyê li raya giştî kir û got: “Darezandina min û ceza dayîna min encamek yê hiquqa dewletêye. Ji ber wê jî ez efoyê naxwazim ji ber ne sucdarim. Lê keça min dimire. Mizgîniya vegera keça min li jiyanê û dermanê wê li gel mine. Yan bila dewlet neqla gurçikên keça min bike yan jî ji bo 6 mehan min derxîne. Ji korîdorên dewletê yên sar û burokrat de deng nehatiye û nayê. Lê dizanim ku dê banga wijdanên we yên civakî ji bo jiyana Mizgînê bibe hêvî û ronahiyek”
Di roja me ya îro de dermankirina nexweşan bi pereyek ewqasî girane ku gelek nexweş ji ber derfetên xweyên madî nikarin bên tedawî kirin û bi mirinê re ru bi rune. Li taxa Şîrînce ya Êlihê zaroka welatiya bi navê Sakîne Noyan Mizgîn Noyan ya 15 salî ji ber nexweşiya gurçikan tekoşîna jiyanê dide. Hevserê Sakîne Alaattîn Noyan yê girtiyê siyasî di girtîgeha Tîpa M. Ya Êlihê de dimîne ji bo neqla gurçikan bike divê 6 mehan ji dervebe ji bo wê jî banga hestiyariyê li raya giştî kir.
‘Mizgîn roj bi roj dihele’
Sakîne diyar kir ku ji dema hevserê wê ketiye girtin heta niha tedawiya keça wê Mizgîn di nîvî de maye û wiha got: “Ji bo Alaattîn 8 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat dayîn. Ez û Mizgîn li gel 3 zarokên min yên dinê bi tenê man. Ji ber rewşa xwe ya madî me nekarî tedawiya Mizgînê li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Hacîtepeyê berdewam bikin. Niha herdu gurçikên Mizgînê di rewşa nayê xebitandindene. Mizgîn di nava hefteyê de 3 rojan her roj jî 3 saetan diçe diyalîzê. Ew xwe bi mekîneya di hindirê zigê wêdene li jiyanê digire.”
Jiyana Mizgînê girêdayî bavê wêye!
Sakîne da zanîn ku ji bo Mizgîn baş bibe pêdiviya wê bi bavê wê heye û wiha domand: “Heger Mizgîn neqla gurçikan neke dê bimire. Pêdiviya keça min bi gurçikan heye. Ji bo neqla gurçikan dê bavê wê gurçikên xwe bide Mizgînê. Lê ji ber hevserê min di girtîgehê dene destur nayê dayîn neqla gurçikan bike. Dê 3 sal paşê hevserê min azad bibe lê heta wê demê dibe ku ez Mizgînê wenda bikim.” Sakîne anî ziman k udi van demên dawî de ji ber nexweşiya gurçikan gelek nexweşiyên dinê jî bi Mizgîn re çêbûne û wiha berdewam kir: “Roj bi roj Mizgîn dihele. Li gel ji xweçunê di van demên dawî de hîper tansyon jî pêre derketiye. Keça min rojê 35 herban dixwe. Ji van herban jî 32 ji ber hîper tansyonêne. Ji ber ne xebitîna gurçikan heb bandora nerênî li keça min dike. Mizgîn ji ber nexweşiya hîper tansyonê her demê dikare xwîn birije ser mejiyê wê yan jî ruyê wê felc bibe. Ji ber wê jî Mizgîn bi mirinê re ru bir u jiyan dike.”
Ji bavê Mizgînê yê girtî nameya ji bo raya giştî…
Sakîne destnîşan kir ku hevserê wê ji bo rayagiştî nameyek nivîsiye. Nameya ku ji bo başbûna tenduristiya jiyana Mizgînê divê 6 mehan cezayê wî bê paşxistin û wan 6 mehan ji dervebe wihaye:
“Navê min Alattîn Aoyane. Ez bavê 4 zarokanim. Keça min Mizgîn di sala 1999’an de hatiye dunyayê. Di 3 xaliya xwe de rastî nexweşiya gurçikan hatiye. Ji sala 2002’an din ava nexweşxaneyan de jiyana xwe berdewam dike. Ev nêzî 10 salane ji bo ji nexweşiya gurçikan xilas bibe tu nexweşxane nemaye me nebiriyê. Lê mixabin her du gurçikên wê jî hatin rewşa neyê xebitandin. Di tevahiya welat de nêzî 16 hezar nexweşên gurçikan hene û neqla gurçikan tê kirin dema kum in vê zanî êdî bi dil min xwest gurçikên xwe neqli yê keça xwe bikim. Di heman demê de min şanaziya dê kabusa 10 salan biqede û keça min bigehe tenduristiya xwe jiyan kir. Wê demê weke ku di cîhanê de ez mirovê herî bi şansim min xwe wiha dît. Li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Hacîtepeyê di sala 2012’an de ji bo neqla gurçikan dem ji bom e hat diyar kirin. Dema ku em bi kelecan li benda roja rendawiya xwe ya nexweşxanêbûn weke her kurdekê bi hincetên tevlîbûna çalakiyên demokratîk ez hatim girtin. Li gel hemû hewila parêzerên min jî ji derve darezandina min hat retkirin. Ezê di sala 2017’an de derkevim. Nizanim dê heya wê demê keça min jiyan bike yan na? Min ji bo tenduristiya keça xwe teleba 6 mehan ji derve ji Wezîrê Dadê kir. Lê ji serlêdana min ya ji bo dadê tu bersiv nehatiye. Keça min her du rojan dikeve diyalîzê û her seans 4 saetan berdewam dike. Bedena biçuk û zeîf nikare xwe li ber wê bigire.”
‘Yan ji bo keça min neqla gurçikan bikin yan jî 6 mehan cezayê min bidin rawestandin’
Ez ji kesê efoyek tayîbet naxwazim. Darezandin û cezakirina min encamek yê hiquqa dewletêye. Ev 80 sale nêrîna darazê li kurdan wihaye. Ji ber wê jî efoyê naxwazim. Ji ber ne sucdarim lê keça min dimire. Bawerim hun dizanim ku wateya navê Mizgînê mizgîniye. Ew niha xeyalê ji nû ve vegera jiyan û çuyîna dibistanê dike. Dibe ku ji wê nexweşiya giran rizgar bibe, êşa wê biqede û ji nû ve dest bi jiyanê bike, derman û mizgîniya jiyana wê li gel mine. Lê ez di girtîgehên dewletê de veşartîme. Ez hêvî dikim ku hun ji vê rewşê re temaşevan nemînin. Yan bila dewlet gurçikên keça min neqil bike yan jî bila 6 mehan cezayê min paşde bide. Ji bo ez jî ji nexweşiya keça xwe re bibim derman. Ji korîdorên dewletê yên sar û bîrokrat tu deng nehatiye û nayê jî. Lê dizanim ku dê banga wijdanên we yên civakî ji bo jiyana Mizgînê bibe hêvî û ronahiyek.”
(zt)

