Ji 100 sal temenê xwe di 70’ê salan de hemşîretiya hezar zarokan kiriye

10:00

Dicle YUSUF-Nûjiyan ERHAN/JINHA


TIL TEMİR – Dayîka bi navê Hecî Xezal Elî ya 100 salî û ji temenê xwe 70 sal jî bi hemşîretiyê derbaskiriye. Dayîka Xezal di dema hemşîretiya xwe de Endamê Konseya Giştiya KCK’ê Rustem Cudî jî di nav de ji bo welidandina bi hezaran zarokan hemşîretî kiriye. Xezal di salên xwe yên hemşîretiyê de jiyan û zoriyên xwe ji JINHA yê re vegot.  


Dayîka Rojavayi ya bi navê Hecî Xezal Elî ya 100 salî û ji temenê xwe 70 sal jî bi hemşîretiyê derbaskiriye. Di 30 saliya xwe de dest bi hemşîretiyê kiriye û hemşîretiya xwe ya dawiyê jî çend sal berê kiriye û wiha got: “Di dema ku ez li gund bûn weke hemşîre di dema welidîna hemû zarokên gund de ez amadebûm. Gelek caran jî zarok cêwî dihatin dinê.” Xezal diyar kir ku di dema welidandina zarokan de karên bijîşkan jî nedikarî bikin wê dikir û wiha domand: “Cîranek ya me ya ku dê zarok biwelidandana, ji bo welidandinê jinik birin Hesekê. Bijîşakan nekarîn çareyekê lê bikin û şandin gel min. Di welidandina wê zarokê de ez amadebûm û zarokek pir bi tendurust hat dunyayê. Di rewşên ku bijîşk ji derveyî emelyatê tu çareyên dinê nabînin ez li gel wan jinan dimam û bi alîkariya min welidandina normal dikirin.”


‘Dema ku bijîşk bê çare diman ez diketim dewrê’


Xezal da zanîn ku berî niha 10 salan dewletê belgeyek fermî daye wê û wiha berdewam kir: “Piştî wê belgeyê di dema welidandinên zarokên ez li gel wan amade de min êdî ew digirtin qeyîdê û weke welidandina fermî dibû. Ji ber min hemşîretî bê pere dikir hinek derdor j imin nerhet dibûn û gelek caran şikayêta min dikirin. Rojekê heyetek hat gel min di navê de bijîşkê gişti yê Şamê û polîsên wan jî hebûn. Ez li gel xwe birim û j imin pirsîn ‘te îsal çend zarok welidandine.’ Min jî got 15 zarok. 15 zarok û dayîkên wan anîn. Dema kul i zarokan nêrîn hemû jî gelek bi tendurist bûn. Ji bom in li çepikan xistin û wêneyê min kişandin. Ji wê demê û şun de di rewşên bijîşk di ketin zorê de hema ji bom in dişandin. Di hinek rewşan de yan zarok çep dibûn di wan rewşan de hem amin çareya wê didît û neçarî emelyatê nediman.”


‘Di dema welidandina nêzî hezar zarokan de ez amadebûm’


Xezal anî ziman ku wê ji bo jinên ducanî mesac dikir û wiha pêde çu: “Berî niha çend rojan jî çend jinên ducanî hatin gel min mine w mesac kirin û zarokên wan duz kir. Tu zarokên ez li gel wan welidîne nemirine. Dayîkên wan jî pir bi tendurist bûne. Di dema welidandinê de tu pirsgirêk nehatin jiyan kirin. Heta niha yên ez li gel 3 cêwî welidîne. Gelek dayîkan jî navê min li zarokên xwe kirine. Tu jinan di destê min de zorî nedîtin. Berî niha 20 salan di nexweşxanê de cîranek ya me gelek kete zorê, bijîşkan çare jêre nedît û şandin li gel min. Wê demê derfetên min jî pir tunebûn. Zarok cêwîbûn despêkê zaroka keç hat û paşê jî zarokê kur hat. Gelek bi tendurist jî bûn.”


‘Ez li çiya çiya geriyam’


Xezal derbirî ku di jiyana xwe de ew gelek caran rastî zoriyan hatiye lê her dem hewildaye bi keda destê xwe debara jiyana xwe bike û got: “Ev 37 sale ez di heman malê de dijîm. 2 law û 8 keçên min hene. Di dema min zarok welidandine kesê alîkariya min nekiriye. 3 bûkên min hene. Di dema welidandina 41 neviyên xwede ez amadebûme. Carnan bijîşk nexweşan ji bom in dişînin. Ji ber bijîşk bi jinên ducani yên zarokên wan tersin di wan rewşan de hema dişînin gel min.” Xezal diyar kir k udi jiyana xwe de 2 caran çuye hecê û wiha got: “Di dewiyê de ez li gel hevserê xwe çum hecê. Berî niha 15 salan hevserê min jiyana xwe ji dest daye. Berê ez diçum bêriyê, min kelpîç çêdikir, ez din ava bîstanan de dixebitîm û min pez xwedî dikir. Me li çiyayên Abdulazîa koçerî dikir û ez li wan çiyayan gelek geriyame. Min bi du sitilan ji bûrê av dikişand. Tu çiyayên ku ez lê negiriyam nemaye.”


‘Di dema welidandina Şehîd Rostem Cudî de jî ez hebûm û ebe bûm’


Xezal anî ziman ku wê ebetiya dema welidandina Endamê Konseya KCK’ê Şehîd Rustem Cîdî jî kiriye û wiha domand: “Gundê wan nêzî gundê me bû. Wê demê min li gundê Cemîlê jiyan dikir. Dema kum in agahiya şihadeta wî bihîst gelek xemgînbûm. Niha jî dema ku wêneyên wî dibînim nikarim xwe bigirim. Ew hemû zarokên minbûn. Weke weledên xwe min ji wan jî hez dikir. Dema şihadeta Rustem de ji weledê min zêdetir cigerê min şewitî.”


 (zt)