Dê konferansa 'Jin di aştiyê de îsrar dikin' bê li darxistin

08:52

Zehra DOGAN-Asiye TEKİN/JINHA


STANBOL – Girêdayî konferansa bi duruşma ‘Jin Pêvajoya çareseriyê nîqaş dikin û di aştiyê de îsrar dikin’ ya ku dê li Stenbolê pêk bê aktîvîstê BÎKG’ê Nîmet Tanrikulu axivî û got: “Jinên kurd yên ku herî zêde ji şer bandor bûne, di pêvajoya aştiyê de jî pêş de cihê xwe digirin. Me ev di berxwedana Lîceyê de dît. Jinên kurd her roj dadikevin kolanan û ji bo aştiyê gotinên xwe yên ji bo aştiyê tînin ziman. Ji ber wê jî divê jinên aliyê Rojava de jî ji bo aştiyê rolê sereke bilîzin. Em armanc dikin ku dengê jinên Kurdistan û aliyê Rojava de bikin yek û di aştiyê de bi hev re bibin yek.”


Dê ji aliyê Ji bo Aştiyê Girîşîma Jinan (BIKG) ê ve konferansa bi duruşma ‘Jin Pêvajoya çareseriyê nîqaş dikin û di aştiyê de îsrar dikin’ pêkbê. Dê konferans di 28’ê Hezîranê de di Odeya Mîmaran ya li Karakoy ya Stenbolê di saet 09.30’an de bê lidarxistin. Girêdayî konferansa ku tenê ji bo jinan û transan vekiriye aktîvîstê BÎKG’ê Nîmet Tanrikulu axivî û wiha got: “Di vê pêvajoya dawiyê ya ku aştî tê nîqaşkirin de jî carekedinê jin di paş de hiştine. Ev rewşek bê pejirandin nîne. Ji ber van sedeman emê jinên Kurdistan û Tirkiyê bên bahev û pêvajoya çareseriyê nîqaş bikin.”


‘BIKG ji bo çareseriyê rolê xwe yê aktîf berdewam dike’


Nîmet diyar kir ku ji sala 2009’an heta niha di çareseriyê de rolek aktîf dilîze û wiha domand: “BIKG di demên diyarkirî de din ava kolanan de ji bo aştiyê qêriyan. Di sala 2013’an de bispêkirina pêvajoya çareseriyê re BIKG’ê ji bo çareseriyê bang rêxstinbûnê li hemû jinan kir. Nîmet da zanîn ku ji dema despêkirina pêvajoya çareseriyê het nih BIKG rolekî aktîf giriye û wiha berdewam kir: “Me weke BIKG’ê guruba çavdêrî û nêzîkbûnê avakir ji bo vegera gerîlla û çavdêrîkirina hemû herêmên şer û ji bo binpêkirinên mafan bên dîtin em dixebitin.” Nîmet anî ziman ku BIKG’ê li gel aliyan ji bi çareseriyê nîqaş kirine û wiha pêde çu: “Me li gel Koma Jinên Bilind KJB û hikumeta AKP’ê hevdîtin kirin. Di heman demê de em çun Lîcê û Dêrsimê jî. Me dît kul i hemberî çêkirina qereqol û kalekolan bi rastî jî jin tekoşînek ji dil dikin. Carekedinê jî me dît qereqol çawan jiyana jinan bandor dike û me hewil da em vê bi rayagiştî re jî par bikin.”


Dê çavdêriyên BIKG’ê bibin pirtuk


Nîmet bilêv kir ku dê çavdêriyên BIKG’ê bibin pirtûk û got: “Hemû tuştên hatin kirin di rastiyê de di pêvajoya çareseriyê de pir civakbûyîn çênebû û şefaf nebûnek hat dîtin û di vê de jî ne pejirandina jinan ya bi vî awayî çareseriyê û îtirazên xwe didin nîşandan. Me ve tev derbazî pirtûkê kir.”


‘Pergala patrîkal nayê pejirandin’


Nîmet da zanîn ku axal pêvajoya çareseriyê gihiştiyê dê nîqaş bikin û wiha got: “Di vê salek ya pêvajoya çareseriyê de jinan tekoşînê dikin û xwe tevlî pêvajoya çareseriyê dikin. Lê heger mirov bêje jin tevl pêvajoya çareseriyê bûne şaş dibe. Bi rastî jî jin di pêvajoyê de cîh nagirin. Emê di konferansê de girêdayî jin di aştiyê de di axivin û ji bo di vê pêvajoyê de cîh bigire dê nîqaş bên kirin.” Nîmet destnîşan kir ku ji bo jinan şefafbûn gelek giringe û wiha domand: “Mexdurî û telafiya jinan di rojevêdene. Heger evane tev li holê bin du alî ji bo aştiyê hevdîtin kirin nayê pejirandin. Di hemû nîqaşên me de yên herî mexdur jinin pergala patrîkal a ku dengê xwe ne dane bihîstin nayê pejirandin. Divê jin vê ne pejirînin. Emê di vê çarçoveyê de konferansa xwe berdewam bikin.”


‘Ji bo aştiyê gotina jinên kurd hene’


Nîmet got: “Şer berdewam dike û aliyên şer hene.” Nîmet anî ziman jinên k udi nava tevgera azadiyê de cîh digirin aliyên şerin, di aştiyê de jî gotina wan heye û xwediyê dînemîkek ya şêwe dide pêvajoyêne û wiha got: “Jinên kurd yên ku herî zêde ji şer bandor bûne, di pêvajoya aştiyê de jî pêş de cihê xwe digirin. Me ev di berxwedana Lîceyê de dît. Jinên kurd her roj dadikevin kolanan û ji bo aştiyê gotinên xwe yên ji bo aştiyê tînin ziman. Ji ber wê jî divê jinên aliyê Rojava de jî ji bo aştiyê rolê sereke bilîzin. Em armanc dikin ku dengê jinên Kurdistan û aliyê Rojava de bikin yek û di aştiyê de bi hev re bibin yek.”


Di dawiyê de Nîmet banga tevlîbûna konferansê li hemû jinan kir û got: “Em ji bo beşdariya li pêvajoya çareseriyê hemû jinên rêxistinkirî û bê rêxistin vedixwînin konferansa xwe.”


 (zt)