Mîhrîcana Werzîşê ya Mezopotamyayê rengê xwe li cîhanê vedide

08:06

Şêrîn Hiso/JINHA


AMED –  Mîhrîcana Werzîşê ya Mezopotamyayê ku bi diruşma ‘Em bi werzîşa xweser jiyana azad ava dikin’ rastî alaqeyk mezin a ciwanên kurd tê. Lîstikvanên ku ji Kantonên Rojava  ji bo beşdariya  Mîhrîcana Werzîşê ya Mezepotamyayê hatine Amedê di derbarê hatina xwe amadekariyên xwe yên pêşkêş bikin de axivîn û gotin:  “ Ev derfetek mezin e ji bo ciwanên kurd. Ciwan  tectûberyên xwe yên gelek aliya  bi hev re parve dikin.”


Mîhrîcana Werzîşê ya Mezopotamyayê ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê ve tê organîzekirin bi tevlîbûna lîstîkvanên ji her aliyên welat berdewam dike.  Mîhrîcan  heya 28 hezîran  dê bidome, bi tevlîbûna hezar û 300 lîstikvanan ji  Kurdistan û Ewropayê. Mîhrîcana ku bi diruşma ‘Em bi werzîşa xweser jiyana azad ava dikin’ rastî alaqeyk mezin a ciwanên kurd tê. Ciwanên kurd kelecana xwe ya Mîhrîcanê û nêrînên xwe yên ciwan bi JINHA yê re par kirin.


‘Mîhrîcan ji bo me derfetek mezin e’


Jina ciwanya ya 16 salî bi navê Roya Mihemed ji Kantona Efrînê diyar kir ku derfeta hatina Amedê ji bo beşdariya Mîhrîcana Werzîşê ya Mezopotamyayê şensekî mezin bû ji bo wê û wiha axifî: “ Ez Endama  koma Baskitbolê ya bajarê Efrînê me. Koma me ji 11 lîstikvanan pêk tê. Ev demek dirêj em her 11 lîstikvan hevdû nasdikin û bi hevdû re perwerda lîstika Basketbolê dibînin lê beşdariya me di  Mîhrîcana Werzîşê ya Mezopotamya de derfetek baş bû ji bo me  da ku em hevdû ji nêz ve  nasbikin.  Çalakiyên bi vî rengî ji bo ciwanên kurd tecrûbeyên nû ne ji berk u kurd heya demek ne dûr nikarîbûn xwe wekî kurd bidana nasîn. Lê belê îro roj Mîhrîcanek mezin wekî  Mîhrîcana Werzîşê ya Mezopotamyayê ji bo ciwana û bi rengekî kurdî  ez wekî gavek giring dibînim û ji bom in pir bi wate ye. Her kesê ku  di vê Mhrîcanê de ked dayê ez  bi navê koma xwe spas dikim ji ber  ku bûn sedema tcrûbeyek nû di jiyana me de. ”


 


‘Mîhrîcana Werzîşê ya Mezopotamyayê bû sedema şiroveya gelek mijaran’


Endama koma Basketbolê ya bajarê Efrînê  Ariya Mihemed ya 14 salî jî anî ziman ku Mîhrîcana Werzîşê ya Mezopotamyayê bû sedema civandina ciwanên kurd ji her  aliyên welat û wiha got:  “Mîhrîcana Werzîşê ya Mezopotamyayê derfeta  hevdîtina ciwanên kurd yên her 4 perçê Kurdistanê hêsan kir. Kombûna ciwanên kurd  li bajarê Amedê payîtexta kurdistanê  bûyerek pir bi wate ye.  Mîhrîcana Werzîşê ya Mezopotamyayê  derfetek da me wekî ciwanên  rojavayî Kurdistanê ku em tecrûbeya şoreşa xwe bi ciwanên her 3 perçeyên din re parvebikin. Ji ber vê yekê em karin bêjin ku  Mîhrîcana Werzîşê ya Mezopotamyayê ne tenê tecrûbeyên werzeşê di  nava ciwanan de nîşan da lê belê bû sedema şiroveya gelek aliyên din û mijarê din. ”


‘Mîhrîcana Werzîşê ya Mezopotamyayê mînaka yekîtiya gelê kurd e‘


Maosteyê Werzeşê yê ji kantona Kobanê Osman Hebeş   destnîşankir ku çalakiyên bi vî rengî cihê şanziyê û kêfxweşiyê ji hemû kurdan re û wiha dewam kir: “ Bi gotinek din heger kesek bixwaze rengê kesk, sor û zer bibîne bila were Mîhrîcana Werzîşê ya Mezopotamyayê li Amedê. Bihna azadiyê wekê bihna barana ku nû bariyaye ji Amedê tê. Yê ku bixweze bihna azadiya kurdistana mezin bihin bike bila were Amedê . van matşên k udi lîstikgehên amedê tên lîstin navbera tîmên her 4 perçên Kuredistanê dibin mînaka yekîtiya gelê kurd. Rengê biratiya gelê kurd îro ji amedê tîrên xwe berdide cîhanê. Em li vir dixwazin ji  her werzeşvanên ku dûrî netewa xwe ketin re diyar bikin ku werzeş jî yek mal û milkê netew e.”


(şh/zt)