'Ji ber Deniz jinbû beşdarî nava PKK'ê bû'
08:35
Deriya CEYLAN/JINHA
AMED – Dayîka Ayşe Denîz Karacagil ya PKK yî Nuray Erçagar jî berşdarî nava malbatên ku zarokên wan di nava PKK’ê denin yan jî di girtîgehandenin ji ber wê jî dest bi çalakiya runiştinê ya bê dem kirinebû û got: “Ez desturê nadim ku pergala min biperçiqîne ji ber ez jinim li vêderême. Ji ber Denîz jin bû beşdarî nava PKK’ê bû. Jinên niha li verê runiştine ji ber li hemberî pergalêne li vêderê runiştine. Dema ku em li demboriyê dinêrin jinên gelên perçiqandî hene. Lê niha jinên kurd yên ku bil ez dibezin û azad dibin hene.”
Dayîka Ayşe Denîz Karacagil ya PKK yî k udi rojên derbasbûyî de weke “Keça poşî sor” di çapemeniyê de hat dayîn Nuray Erçagar jî ji bo hikumet ber bi çareseriyê ve gav bavêje berşdarî nava malbatên ku zarokên wan di nava PKK’ê denin yan jî di girtîgehandenin di Parka Bîrdariyê ya li ber Walîtiya Amedê de dest bi çalakiya runiştinê ya bê dem kirîn bibe hat Amedê û beşdar bû. Nurayî diyar kir ku tekoşîna jinên kurd didin hem Denîz û hem jî gelek jinên weke denîz bandor dike. Nuray da zanîn ku wê hem xwest tevgera jinên kurd binase û hem jî başdarî nava çalakiya dayîkan bibe.
‘Ji berk u min tevgera jinên kurd naskir ez şanazim’
Nurayî destnîşan kir ku ji bere w jinin şerte ku ew beşdarî nava tekoşîna jinan bibin. Nurayî derbirî ku ji bere ewê li gel jinên di çalakiyê de cîh girtiye ew şanaze. Nurayî balkişand ser tekoşîna jinên kurd didin û wiha got: “Ji ber min tevgera jinên kurd naskir ez şanazim. Ji berk u gelê kurd bi tekoşîna xwe nirxên giring bi destê xwe ve anîne. Tevgera jinên kurd ji bo hemû rêxistinên dinê yên jinan giringe.”
‘Her tuştê ku dengê jinan ji navê dernekeve kême’
Nuray bilêv kir ku tevgera jinên kurd pêşengiyê ji hemû rêxistinên jinan re dikin û bi hebûna tevgera jinên kurd zêdetir dengê jinan gur derdikeve û wiha domand: “Ji berk u di aliyê siyasî û civakî de jin zêdetir di pêşedenin tevgera jinan zêdetir bi wate dibe. Ji ber her tuştên ku dengê jinan ji navê dernekeve kême. Ji ber vê jî li gel dayîkên aştiyê yên berxwedêr cîh girtin û ji Ajansa Jinan JINHA yê re axaftin ji bom in şanaziyek gelek mezine.”
‘Jinên kurd li hemberî pergalê berxwedanek bi hêz nîşan dane’
Nuray anî ziman tevgera jinên kurd “rengê mor weke sîmge kirine” û heta niha li hemberî pergalê berxwedanek bi hêz meşandine. Nuray balkişand ser bandora pergalê ya ser jinan û wiha berdewam kir: “Ez desturê nadim ku pergala min biperçiqîne ji ber ez jinim li vêderême. Ji ber Denîz jin bû beşdarî nava PKK’ê bû. Jinên niha li verê runiştine ji ber li hemberî pergalêne li vêderê runiştine. Dema ku em li demboriyê dinêrin jinên gelên perçiqandî hene. Lê niha jinên kurd yên ku bil ez dibezin û azad dibin hene. Ji ber wê jî ez bawerdikim ku dikarin ji bo mafê hemû gelan têbikoşin çalakiyan bikin û rengê xwe nîşan bidin. Her wiha bawerdikim ku dikarin rengê xwe bi hevsengiyekî bedew bidin xebitandin.”
‘Divê hemû jinên heman êşê dikêşin li gel hev bi civin’
Ji dayîkan jî Şerîzade Anar diyar kir ku ew gelek şanazin Nuray beşdarî nava çalakiya wan bûye û piştevaniya wan kiriye û got: “Em dayîkên lişker, polîs û gerîlayan vedixwînîn çalakiya xwe. Bila hemû dayîk bên em bi hev re ji bo çareseriyê û rawestandina şer xwe di çalakiya xwe de kilît bikin.”
(zt)

