Konferansa 'Jin di aştiyê de îsrar dikin ' despêkir
13:19
JINHA
STANBOL – Di konferansa BÎGK’ê ya bi mijara ‘Jin pêvajoya çareseriyê nîqaş dikin, di aştiyê de îsrar dikin’ de aktîvîsta BÎGK’ê Evrim Kurdoglu axivî û got: “Çawa jin di şer de hem hîmên bingehîn û hem jî mexdurê şer bûne, di aştiyê de jî weke teref nîşandan marê meye. Em tevlînebûna jinan ya pêvajoya çareseriyê weke ew pêvajo ne adîlaneye diparêzin.”
Ji bo Aştiyê Girîşîma Jinan (BÎGK) bi mijara ‘Jin pêvajoya çareseriyê nîqaş dikin, di aştiyê de îsrar dikin’2’emîn konferansa xwe li darxistin. Konferansa ku li Salona Konferansê ya Odeya Mîmaran ya hat li darxsitn. Di konferansê de DOKH, KADAV, Gokkuşagi, DWÎD, Kovara Nêzîkatiyên Femînîst, SFK, Fîlmmor, Karê Malê yê ÎMECE, Jinên Çebgît û Şîn, BDP, Malêngel, KESK, Partiya Kedê, parlementera CHP’ê Sena Kalelî jî di navê de gelek saziyên jinan amadebûn. Di runiştina yekê ya konferansê de mijarên weke “Hînbûyînên BÎGK’ê” û “Şer çawan tê kirin û aştî dê çawan bê avakirin” hatin nîqaş kirin. Axaftina vekirinê ji aliyê endama BÎGK’ê Evîn Kurdoglu ve hat kirin. Evîn diyar kir ku di Tirkiyê de dîroka tekoşîna aştî û demokrasiyê ne nûye û wiha got: “Ji bo kul i ser vê axê firseta aştiyê bê dayîn gelek caran agirbest hat îlan kirin. Lê di navbera civakan de bi qasî tê xwestin eleqe nehat nîşandana aştiyê. Her dem kesîmekê weke pêdiviya tevgera siyasiya kurdan dît.”
‘Me hişmendiya ku aliyê Rojava ji şer bandor nebûye rawesat’
Evîn da zanîn ku ew li hemberî hişmendiya ku weke şerê 30 salan jin didin meşandin tenê li ser erdnîgariya kurdan komkirin û weke aliyê Rojava bandor nebûye dîtinin derketin û wiha domand: “Ji sala 2009’an heta niha em weke BÎGK ji bo aştiyek mayînde xebatên xwe dikin. Di konferansa me ya derbasbûyî de me rolgirtina jinan di pêvajoya aştiyê de mîsoger kiribû. Çawa jin di şer de hem hîmên bingehîn û hem jî mexdurê şer bûne, di aştiyê de jî weke teref nîşandan marê meye. Em tevlînebûna jinan ya pêvajoya çareseriyê weke ew pêvajo ne adîlaneye diparêzin.”
‘Em dixwazin nexşerêya aştiyê çêkin’
Evîn axaftinên xwe wiha berdewam kir: “Heger aştî pêdiviyeke wê demê ji bo dad û wekheviyê bi demborî û birînên xwe re ru bi ru bûyînê pêdiviya me bi zimanek zû heye.”
Aktîvîsta BÎKG’ê Nîlgun Yurdoglu bi mijara “Di salekê de çî hatiye kirin?” dest bi axaftina xwe kir. Nîlgun li herêmê û tevaya Tirkiyê çalakiyên hatine kirin bi wêneyan nîşan da û vegot. Nîlgun bi gotina: “Jinên hemû cîhanê aştiyê dixwazin” dawî li axaftina xwe anî.
Endamên BÎGK’ê yên ji bajarên weke Edeneyê, Amed û Enqereyê beşdarî konferansê bûn xebatên xwe vegotin. Bi vegotinan konferans berdewam dike.
(zt)

