Li Sêwasê qetilkirin 33 ê can li Amedê çandin 33 ê fîdan
14:27
JINHA
AMED - Ji bo 33 rewşenbîr û hunermendên li Otela Madimak a Sêwasê bi saxî hatin şewitandin û qetilkirin, Li Daristana Aştiyê ya Amedê 33 şitil hatin çandin.
Li Daristana Aştiyê ya li navçeya Amed Yenîşehîrê, bi pêşengiya Tevgera Ekolojîk a Mezopotamya û Şaredariya Baglarê, ji bo 33 rewşenbîrên li Otela Madimak a Sêwasê hatin qetilkirin, 33 şitil hatin çandin. Endamên Komeleya Pîr Sûltan Abdal Şaxê Amedê, Koma Muzîkê ya Praksîs, Kulûba Hezkiriyên Xweza û Sporê jî bi bîsîkletên xwe piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiya çandina şitlan de, li ser her şitlê navê rewşenbîrekî li Madimakê jiyana xwe ji dest da, hat daliqandin. Her wiha li qadsê pankarta bi wêneyên 33 rewşenbîran hat daliqandin.
Di merasîmê de li ser jiyan û têkoşîna rewşenbîrên hatin qetilkirin, lîstikek biçûk a skeçê jî hat lîstin.
Li dû axaftinên li qadê, çalakî bi çepikan bi dawî bû.
(zt)
