Li Amedê konsera ekolojiyê

14:34

JINHA


AMED - Koma muzîkê ya rockê, ku li gelemperiya Tirkiyeyê bi stranên xwe yên ji bo "Parka Gezî" tê naskirin û ji ber "Bi muzîka xwe re xwepêşandêran motive dike" hat darizandin koma Praksis, li Parka Koşûyolûyê konserek da.


Bi organîzasyona Tevgera Ekolojî û Şaredariya Baglarê, koma muzîkê ya rockê, ku li gelemperiya Tirkiyeyê bi stranên xwe yên ji bo "Parka Gezî" tê naskirin û ji ber "Bi muzîka xwe re xwepêşandêran motive dike" hat darizandin koma Praksis, li Parka Koşûyolûyê konserek da. Li gel beşdariyeke xurt Hevşaredara Baglarê Bîrsen Kaya Akat jî di konserê de amade bû. Di konsera nêzî du saet û nîvan dewam kir de, kom rastî eleqeyeke mezin hat. Di konserê de her wiha zarok jî derketin ser dikê û stran gotin.


Konser bi pêşandana pandomîm a li ser jiyana karkerên kanê yên li Somayê jiyana xwe ji dest dan, bi dawî bû.


(zt)