6 kesên diçûn Lîceyê hatin binçavkirin
16:16
JINHA
AMED - Ji welatiyên ji bo merasîma bîranîna Medenî Yildirim ê ku di çalakiya li dijî çêkirina qereqolê de li Lîceyê ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin diçin Lîceyê jê 2 zarok 6 kes hatin binçavkirin.
Welatiyên ji Amedê ji bo tevlî merasîma bîranîna Medenî Yildirim ê ku par li di çalakiya li dijî çêkirina Qereqola Kayacikê de ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin diçûn Lîceyê li duryana riya Amed û Hênê hatin rawestandin. Polîsan kontrola nasnameya kir û nasname ji GBT'ê re derbas kirin. Polîsan 6 kesên jê 2 zarok ji ber nasnameyên wan li ser wan tunebûn binçavkirin.
Polîsan bi îdîaya 2 zarokan "bidin malbatên" û kesên din jî ji ber nasnameyên wan tunene binçavkirin. Navên kesên hatin binçavkirin wisa ne: Îbrahîm Yildiz, Saniye Yildiz, Muhammed Yapsun û Adnan ê ku paşnavê wî nehate zanîn û zarokên bi navê F. û Y.
Hate hînbûn ku kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.
(zt)
