'Zîlan girêdana Rêbertî sekin û çalakiye …'
08:55
Zehra DOGAN/JINHA
AMED – Zeynep Taşgir ya k udi Girtîgehe Tîpa M ya Gebze dimîne ji bo 18’emîn bîranîna milîtana PKK’ê ya kul i Dêrsimê çalakiyek fedayî kirî nameyek nivîsî. Zeynep diyar kir ku Zîlan di lêgera têgihiştina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bûyîna bersivek ji pêvajoyê re debû û got: “Hevala Zîlan bi berxwedanê jiyan bilind kiriye û çanda bilind kirina jiyanê weke mîrasekê ji bo mirovên li peyî xwe re hêlaye. Ew li derdora Rêbertiya ku di Rojhelata Navîn de ji bo avakirina netewa dimokratîk û felserfeya jiyana azad di tevahiya cîhanê de meşaleya ronahiyê girtiye bûye xelekek ya parastinê. Ew bûye navê bûye navê girêdana azadiya Rêbertiyê. Zîlan navê bi girêdan herikîna jiyanê, girêdana Rêbertiyê, lêgera nûbûnê sekin û çalakiye.”
Li ser çalakiya Zeynep Kinaci (Zîlan) re 18 sal derbasbû. Zîlan di 30’ê Hezîranan sala 1996’an de li Dêrsimê çaklakiyek fedayî kiribû û bi wî awayî dawî li jiyana xwe anîbû. Ji bo 18’emîn salvegera bîranîna çalakiya Zîlan ya ku jinên kurd weke qehreman bin av dikin, ji bo bîranîna wê girtiya siyasi Zeynep Taşgir jî ji Girtîgeha Tîpa M ya Gebzê nameyek şand û ew bi bîranî. Zeynep di nameya xwe de wiha gotiye: “Em di 18’emîn salvegera çalakiya hevala xwe de wê bi herser bibîrtînin. Em soz didin ku emê tekoşîna xwe bi xweseriya demokratîk bi tac bikin. Em bang li her kesên ku ji biratiya gelan bawerdikin bil ali gel HDP’ê cîh bigirin.”
‘Zîlan di lêgera têgihiştina Rêbertiyê debû’
Zeynep axaftinên xwe wiha domand: “Hevala Zîlan her dem di lêgera afirandina tuştên nû debû. Ew her dem di lêgera têgihiştina mîmar û avakarê tevgera azadiyê Rêbertiyê û bûyîna bersivek ji pêvajoyê rebû.” Zeynep destnîşan kir ku sekna Zîlan bi tevlîbûna xwe ya nava PKK’ê û çalakiya xwe, bi fikir, zikir û tevgerên xwe bûye sembola nûbûnê û wiha berdewam kir: “Di sala 1980’an de bi armanca şikandina vîna azadiyê zordaran bi hezaran şêweyên îskencê guherandin lê Mazluman bi felsefeya “Berxwedan Jiyane” têkoşîn giştî kir. Kemalan û Ferhadan jî ew axa ji bo azadiyê bêdeng mayî şiyar kirin. Di sala 1992’an de jî (Gulnaz Karataş) Bêrîtan bi kesayeta xwe ya serhildêr meşaleya berxwedanê bilind kir. Bêrîtan bi wê cesaret û kesayeta xwe ya serheldêr li hemberî îxanetê xeta berxwedanê bilind kir. Bêrîtan ji kevneşopî û çanda berxwedanê tavîz neda bedena xwe derbazî demboriya dîrokê kir. Bêrîtan ji xelekek dîrokî re şahidî kir û xwe ji lutkeya çiyayên Lelkanê avêt.”
‘Em HDP’ê silav dikin’
Zeynep di berdewama nameya xwe de cîh daye van rêzikan “Hevala Zîlan bi berxwedanê jiyan bilind kiriye û çanda bilind kirina jiyanê weke mîrasekê ji bo mirovên li peyî xwe re hêlaye. Ew li derdora Rêbertiya ku di Rojhelata Navîn de ji bo avakirina netewa dimokratîk û felserfeya jiyana azad di tevahiya cîhanê de meşaleya ronahiyê girtiye bûye xelekek ya parastinê. Ew bûye navê bûye navê girêdana azadiya Rêbertiyê. Zîlan navê bi girêdan herikîna jiyanê, girêdana Rêbertiyê, lêgera nûbûnê sekin û çalakiye. Îro HDP heman rêyê dişopîne di robarê herikîna biratiya gelan de bi hişmendiya biratiya gelan û azadiya kesayetiyê diherike. Carekedinê em di 18’emîn salvegera çalakiya heval Zîlan de wê bi hesret bi bîrtînin. Em soz didin ku emê tekoşîna xwe bi xweseriya demokratîk bi tac bikin. Em bang li her kesên ku ji biratiya gelan bawerdikin bil ali gel HDP’ê cîh bigirin.”
(zt)

