Sazkara 8’ê Adarê Clara Zetkin

13:57

Leyla AYAZ /JINHA


Clara Zetkin di sala 1857'an ji dayik bû. Bi bandora şoreşa burjuvya Fransa yê û perwerdehiya burjuvayê mezin bû. Hêj di ciwantiya xwe de fikr û ramanên sosyalîzmê re eleqe nîşan da.


Clara Zetkin, dibistana mamosteyan a burjuvayê ya li Leipzigê xwend. Di demên dibistanê de civînên sosyaldemokratan dişopand. Di vê devrê de ji ber sedemên siyasî yên welatên xwe welatê xwe terk kir. Penaberê rûs û endamê Partiya Sosyan Demokrat a Almanyayê (SPD) Ossip Zetkinê nas kir.


Clara Zetkin, di sala 1878'an de ji ber qanûna sosyalîstan neçar ma ku Almanyayê ji terk bike û biçe Parîsê. Di sala 1882'an berê xwe da Zurîhê. Zetkin, her tim grûbên penaber yên Rus re di nav têkîliyan de bû. Di nav SPD'ê de xebatên îlegal dimeşand û di nav qada çapemeniyê de cih digirt. Taybetiya wê ya herî li ber çav di nav xebatên pratîk de bi dîsiplin û zîrek bû, şev û roj bi dildarî dixebiti û her wiha hêla wê ya rêxistinbûnê gelek xurt bû.


Clara Zetkin, 6 meh li Zurîhê ma û piştre çû li cem Ossip Zetkinê. Li vir di nav xîzaniyê de jiyana xwe dom kir. Zetkin bi zimanê almanî kurs dida û debara malê dikir. Bi fermî nezewicibûn lê ji bo bibe welatiyê Almanyayê başnavê hevalê xwe girtibû. Di sala 1883’an û 1885'an de 2 kurê ve hatin dinê. Her çû debara malbatê xirab bû. Ji ber xizaniyê rojek ji malê hatin avetin.


 Dema li Fransayê dijiya tevli tevgerên karkerên Fransayê dibû. Clara gelek baş fransi diaxifî û her wiha zimanê îngilizî û îtalî jî hîn dibû. Tevli hemû aktîvîteyên têkoşînê dibû. Di vê devrê de hevaltiyê ji keça Marx Laura Lafargue û Paul Lafargueya bi eslê xwe kubayê re dikir. Clara û Laura, her du komînist bi rihê enternasyonalist xebatên ajîtasyonên dikirin.


 Clara her tim ji bo kedkarên jin dixebitî. Clara her car tevli civînên jinan dibû. Clara cara yekem tevli civînek bû û ji ber ku ev qas bi heyecan bû nekarî biaxife. Di sala 1886'an de ji ber ku hevserê wê nexweş bû neçar ma ku malbatê binere. Bi navê hevserê xwe dest bi nivîskariyê kir. Di vê demê hejmara nivîskarên jin gelek kêm bû. Her wiha jin nedikarin tevli civînên partiyên siyasî bibe, xebatên siyasî bimeşîne. Dema hevserê wê jiyana xwe ji dest da Clara 32 salî bû.


Sazkara 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Clara Zetkine, di sala 1907’an de roja Jinên Sosyalîst ên Navneteweyî organîze kir û bangî hemû jinan kir ku bila ji bo mafê deng danê tevli têkoşînê bibin. Di sala 1908’an de bi bangavaziya Yekîtiya Jinên Demokrat a New Yorkê çalakiyek mezin li dar xist. Di sala 1910’an de di 2’emîn Konferansa Jinên Sosyalist a Kopenhagê Zetkin xwest ku roja jinên cîhanê divê hebe û beşdaran îkna kir.


Clara di vê temenê xwe li hemberî gelek zehmetiyan hat, lê tu carî dest ji têkoşîna xwe berneda. Bi jiyana xwe ji hemû kesan re bû mînak, her tim di nava têkoşînê de bû. Zetkin dawiya emrê xwe li Sovyetê dom kir û di sala 1933`an de li Moskovayê bi kriza dil jiyana xwe ji dest da.


 


(la)