Leyla Îmret: Ji bo jinan zagonên dewletê kêmin
11:32
Bêrîtan ELYAKUT-Melek YUKSEL / JINHA
ŞIRNEX – Li Tirkiyê tenê di 4 mehên despêka sala 2014’an de 62 jin hatin qetilkirin li gel wan jî bi hezaran jin û zarok bûn mexdurê şidet û îstismarê. Her roja ku diçe hijmara zarokên dibin mexdurê îstismarê û întiharên jinan zêde dibe. Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret girêdayî hemû awayê şideta ser jin û zarokan û got: “Li ser erdnîgariyek weke Kurdistanê derketina van bûyeran tuştek normal nîne. Li welatê me derketina bûyerên weke van ji bom e şermek mezine.”
Weke tevahiya cîhanê li Tirkiyê jî pirsgirêkên jinan ji nedîtî ve lê tê nêrîn. Tenê di sala 2013’an de li Tirkiyê 237 jin hatin qetilkirin. Hîna di 4 mehên despêka sala 2014’an de 62 jin hatin qetilkirin. Li gorî tabloya heyî ber çavan di aliyê parastina mafê jiyanê ya jinan de kêm mayîn li ber çavane. Ji ber wê jî hîna di 4 mehên despêka salê de 62 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Li gel qetilkirina jinan îstismar û her awayê şideta ser jin û zarokan zêdebûye. Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret da zanîn kul i hemberî hemû awayên şideta ser jinan ya weke zewaca bi zorê, hewî û qirkirinê bêdengiyek heye. Leyla da zanîn ku ji bo ev bûyerane neyên jiyîn ew dê tekoşînê bikin û wiha got: “Emê li hemberî tacîzên ser jin û zarokan li kolananbin. Divê zarok û jinên ku mafê wan tên binpêkirin xwe bigihînin me. Emê herdemê li gel zarok û jinên rastî şidet û tindiyan tê bin û emê tucarî wan bi tenê nehêlin.”
‘Li Ser erdnîgariya Kurdistanê jiyan kirina van bûyeran ne asayiye’
Leyla balkişand ser zêdebûna îstismarên zarokan û qetilkirinên jinan û domand: “Li ser erdnîgariyek weke Kurdistanê derketina van bûyeran ne asayiye. Li welatê me derketina van bûyeran şermek mezine.” Leyla destnîşan kir ku gelê kurd giringiyek mezin didin ehlaq, lê di van demên dawî de pergal hinek lîstokan ser herêmê dilîzin û rê li pêşiya tiştên xirab vedinin.
‘Dêvê êdî em şiyar bibin û bi hev re tevbigerin’
Leyla anî ziman ku ew dê li hemberî hemû awayê şidet û bêmafiya ser jin û zarokan têbiloşin û wiha berdewam kir: “Emê li hemberî tacîza ser jin û zarokan li kolanan bin. Divê mirovên dibin mexdurê van bûyeran şerm nekin. Divê bi awayekê jin û zarokên dibin mexdurên van bûyeran xwe bigihînin me. Emê li gel hemû jin û zarokên rastî desdirêjî, îstismar û bêmafiyan tên bin.” Leyla bilêv kir ku divê bûyerên bi vî awayî li herêmê dernekevin derketina wan jî lîstokên pergalêne û wiha axivî: “Divê êdî em tev bi hev re li hemberî van kirin û bûyeran şiyar bin û bi hev re tevbigerin. Em dixwazin ev bûyer bibin bûyerên dawiyê û ji bo bibin bûyerên dawiyê çî ji destê me tê emê bikin.”
‘Zagonên dewletê ji bo jinan nebese’
Leyla diyar kir ku zagonên dewletê ji bo ewlehiya jiyana jinan nebesin. Leyla da zanîn ku dewlet ne jinan diparêze li hemberî wan mêran bi hêz dike û mêr hêza xwe ji dewletê digirin.
(zt)

