'TGC zimanê medyayê yê mêrane û gotinên nefretê na pejirîne'

08:24

Derya CEYLAN / JINHA


ÊLİH – Sekretera Giştiya TGC yê Sîbel Guneş diyar kir ku ew weke Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyê di medyayê de zimanê mêrane û gotinên bi nefret na pejirînin û got: “Jin ji aliyê mêrên herî nêzî xwe ve tên qetilkirin. Ev li Êlihê jî li Stenbolê jî bi heman awayiye. Heta ku jin nebin xwedî hişmendiyek ya perwerdê di aliyê aborî de xwe li ser lingê xwe negirin dê ev rastiya qirêj neyê guherîn. Ji ber wê jî zimanê çapemeniya dinê bi kartîne ji b ovan nêzîkatiyên civakî rolekî giring dilîzin.”


Li Tirkiyê medya zimanê mêrande dixebitîne. Di roja me de di zimanê nûçeyan de xebitandina zimanê nefretê gelek prisgirêkan din ava civakê de zêde dike. Ji ber zimanê nefertê yê di nûçeyan de tê karanîn dibe sedema di civakê de kesîmên di aliyê dîn, ziman û cins de cuda li hemberî hev rake. Sekretera Gişti ya Cemyeta Rojnamegerên Tirkiyê Sîbel Guneş da zanîn k udi van demê dawî de zimanê nefretê yê medyayê zêdebûye.


‘Qetilkirina Hrant Dînk encamek yê zimanê nefretêye’


Sîbel anî ziman ku TGC li hemberî zimanê nefretê yê nûçeyane û wiha got: “Bi tayîbetî jî di serî de jin û zarok li hemberî mirovên tercîhên wan yên dîn, ziman û zayendê cudane hişmendiya nefretê çêkirin di civakê de sazumaniyê ji xirabî û ji hev nefretkirinê re dike. Qetilkirna Hempîşeyê me Hrant Dînk jî encamek ya wê nefretêye. Li gel bi salane ser qetilkirina hempîşeyê me re derbas bû jî lê hîna qatîlê wî nahet dîtin. Hêvîdarim k udi vê mijarê de emê bigihin encamekê.”


‘Divê medya cîh nedin gotinên nefretê’


Sîbel balkişand ser di medyayê de zimanê nûçeyên jinan û wiha domand: “Di medyayê de ji bo nûçeyên ser jinan zimanê weke ‘cenet derbaskir qetilkir’, ‘etegê wê kin bû, ji wê hesidî qetilkir’ û gelek gotin û hincetên weke van tê bikaranîn. Lê di rastiyê de jin tên qetilkirin. Ji ber wê jî di vî welatî de tu jin di şertên asayî de ji hevserê xwe cudanebûne.”


‘Ji qetilkirina jinan med ya jî di navê de her kes berpirse’


Sîbel bilêv kir k udi serî de Tirkiye li her çar aliyên cîhanê her roj bi dehan jin tên qetilkirin û wiha berdewam kir: “Di roja me de jin ji aliyê mêrên herî nêzî xwe ve tên qetilkirin. Ev li Êlihê jî li Stenbolê jî bi heman awayiye. Heta ku jin nebin xwedî jişmendiyek ya perwerdê di aliyê aborî de xwe li ser lingê xwe negirin dê ev rastiya rastiya qirêj dê neyê guherîn. Ji ber wê jî zimanê çapemeniya dinê bi kartîne ji b ovan nêzîkatiyên civakî rolekî giring dilîzin.”


‘Ji bo medyaya zimanê zayendî bi kartînin  em li benda hesasyet nîşandanêne’


Sîbel axaftinên xwe wiha domand: “Me ji bo yên dîn, ziman û çanda wan cuda zimanek cuda amadekir. Di vê mijarê de divê çî bê kirin me agahî dan. Me projeyek ji bo rakirina zimanê mêrane di medyayê de amadekir. Ji bo vê projeyê me alîkarî ji mamostayên jin yên di zanîngehên cuda de waneyan didin girt. Ev proje di asta amadebûnê deye dema ku qediya emê bi raya giştî re par bikin.”


‘Emê di medyayê de ji bo jinan di ferqêdebûnê çêkin’


Sîbel di derbarê komusyona jinan ya di biniya TGC de hatî avakirin agahî da. Sîbel derbirî ku ji bo avakirina vê komusyonê wan nêrînên 70 jinên rojnamevan girtine û wiha got: “Komusyona me ya jinan ya di biniya TGC’ê de hatî avakirin ji 7 kesan pêktê. Rêveberiya me weke deste jî Tulay Şubatli û Goksel Goksu ne. Dê komusyona me ya jinan di çapemeniyê de zimanê nûçeyan û tayîbetî jî nûçeyên jinan bişopînin ji derveyî zimanê tund dê zimanek yê di ferqêdebûnê avabikin.”


 (zt)