Dê li rojavayê Tirkiyê jî dengê aştiyê bilind bibe

09:27

Mekiye GORENÇ - Perihan KAYA


JINH A


STANBOL – Jinan konfransa bi mijara ‘Jin Pêvajoya Çareseriyê Dinirxînin, Aştiyê Îsrar Dikin’ ya ku ji aliyê BÎKG’ê ve hatî li darxistin nirxandin. Jinan diyar kirin ku pêvajoya konferans têde hatî li darxistin gelek giringe, ew dê li Tirkiyê zimanê şer tune bikin û di aştiyê de îsrar bikin. Jinan dan zanîn ku dê li rojavayê Tirkiyê jî dengê aştiyê bilind bikin.


Ji aliyê Girîşîma Jinan ya Ji bo Aştiyê (BÎKG) konfransa bi mijara ‘Jin Pêvajoya Çareseriyê Dinirxînin, Aştiyê Îsrar Dikin’ li Sitenbolê hat li darxistin. Ji herêmê û tevahiya Tirkiyê gelek rêxistinên jinan beşdarbûn. Di konferansên weke pêvajoya çareseriyê din av de rolê jinan hat nirxandin. Di konferansê de Endama Komeleya Gokkuşagi ya Jinan Denîz Goksel pêvajoya çareseriyê ya ku ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatî despêkirin nirxand û got: “Em di pêvajoyak gelek giring re derbas dibin. Di pêvajoyek wiha de weke jin li darxistina vê konferansê ez gelek giring û watedar dibînim. Niha pêvajo ketiye rewşek gelek giring de.”


‘Emê li Tirkiyê zimanê şer tune bikin’


Denîz diyar kirin ku ji bo pêvajoya çareseriyê Girîşîma Jinan ya Ji bo Aştiyê rolek giring giritine ser milê xwe û wiha got: “Di konferansê de nîqaşên giring hatin kirin. Bi tayîbetî jî me şerê 30 salan yê li rojhilatê Rikiyê berdewam dike û êşên mezin dane jiyan kirin nirxand. Em jin êdî Tirkiyeyek bê şer dixwazin. Ji ber em baş dizanin şer herî zêde jinan bandor dike.” Denîz de anîn ku dê ji bo demokratîkbûna Tirkiyê û çareserkirina pirsgirêka kurd jin beşdarî pêvajoya çareseriyê bibin û wiha domand: “Konferansek gelek bi sud bû. Bi  vê konferansê me zêdetir hev naskir û zêdetir hev têgihişt. Ji bo dema pêş dê çî bê kirin me nîqaş kir. Di konferansê de xebatên me yên atolyeyan çêbûn di dema pêş de emê bi raya giştî re par bikin. Jin bi îsrar aştiyê dixwazin.” Denîz destnîşan kir ku ew dê xebata aştiyê bidomînin û li Tirkiyê zimanê şer tune bikin.”


‘Ji bo aştiyê emê destê xwe bidin hev û dengê xwe bilind bikin’


Denîz aîn ziman ku dê êdî li rojavayê Tirkiyê jî ji bo aştiyê jin dengê xwe bilind bikin û wiha berdewam kir: “Emê ji bo aştiyê destê xwe bidin hev û dengê xwe bilind bikin.”


‘Jiber şer hemû jinan bandor dike…’


Endama BÎKG’ê Burcu Arikan jî diyar kir k udi konferansê de nirxandinên giring hatine kirin. Burcu balkişand ser atolyeyên de dema konferansê de û got: “Di atolyeyan de mijarên weke di pêvajoya şer de jinên kurd çî jiyan kirin û çima aştî pêdiviyeke me nîqaş kir. Jinên kul i rojavayê Tirkiyê dijîn li Kurdistanê çî dibe baş nizanin. Ji ber wê jî divê em li her aliyên welat bigerin mijarên weke li herêmê şerek çawan hatiye jiyan kirin, gelê kurd û tayîbetî jî jinên kurd êşên çawan jiyan kirine û çima pêdiviya me bi aştiyê heye nîqaş bikin û xwe bigihînin hemû jinan. Ji ber şer hemû jinan bandor dike. Ji ber wê jî divê ji bo aştiyê hemû jin dengê xwe bilind bike.”


 (zt)