‘1’emîn Konferansa gel ya Şehîd Kendal’ bidawîbû

11:45

JINHA


AMED – Li Lîcê ‘1’emîn Konferansa gel ya Şehîd Kendal’ bidawîbû. Di konferansê de avakirina xweseriya demokratîk hat nîqaş kirin.


Li navçeya Lîcê ya Amedê ji aliyê welatiyan ve ‘1’emîn Konferansa gel ya Şehîd Kendal’hat li darxistin. Di konferansê de avakirina xwseriya demokratîk hat nîqaş kirin. Di konferansê de li nêrîn û pêşniyarên welatiyan hat guhdarî kirin.


‘Kurd ne kolene’


Di konferansê de ser mijarên weke bi salên demdirêj dewletê weke kol eli kurdan mêze kirine û wiha hat gotin: “Pergala kaputalîst ya wê dişopîne dewleta Tirkan bi zanebûn polîtîkaya tunekirinê dide meşandin. Erdnîgariya Kurdistanê bi salane bi polîtîkayên kapîtalîzmê tê mêtînger kirin. Dewletê lig ora xwe hinek hevkarên xweyên kar çêkirine. Hebûn û nasnameya kurdan înkar dikin. Ev polîtîka ya tunekirina kurdan, belavkirina wan û din av de bi zorê îxanetcî û ajanan çêdike.”


‘Emê nirxandinên xwe daxin piratîkê’


Endamên dîwanê di nîqaşên xwe de diyar kirin ku dem adi nava civakbûnê de belavbûn çêbû azadiya kes tê asteng kirin, kes nasname ya xwe wenda dike û ji çansa xwe dur dikevin û wiha gotin: “Êrîşên akputalîzmê û dewletê ser gelê kurd li gel astengkirina azadiya gelê kurd her wiha hebûna wan jî asteng dikin. Li hemberî van ew nirxandinên me li herêma Şehîd Kendal kirî emê bêxin piratîkê.”


Di konferansê de nêrîn û pêşniyar hatin girtin û di dawiyê de bi duruşmên “Bijî Serok Apo” bidawîbû


 (zt)