Li Şirnexê keça biçuk ya Suriyeyî bi dehan caran rastî tecawîzê hat
11:59
JINHA
ŞIRNEX – Li Şirnexê zaroka keç ya bi navê N.H.A ya 14 salî ku bi 6 hezar lîreyan hat “firotin” bi paşê jî bi dehan caran hat tecawîz kirin.
Ji ber şerê li Suriyê berdewam dike gelek malbat ji bo parastina zarokên xwe di revin û berê xwe didin herêmê. Ji malbatên hatine li herêmê bi cîh bûne yek jê jî li Şirnexê diyar bû ku zaroka xwe ya keç ya bi navê N.H.A ya 14 salî bi 6 hezar lîreyan “firotiye”bi vî awayî keçik bi deh caran rastî tecawîzê hatiye. Li ser şikayêta cîranan polîsan ser malê de girtin û dema ketin hindir dîtin keçik dest û lingên wê girêdayiye û li erdê dirêj kiriye. Keçika bi navê N.H.A rakirin nexweşxanê û xwediyê malê mêrê 63 salî li gel keça wi ya 16 salî A. K girtin binçavan. Keça biçuk ya Suryeyî di maîneya despêkê de hat dîtin ku bi dehan caran rastî tecawîzê hatiye û li ser laşê wê jî şopên îskencê heye.
(zt)
