Malbata Sakîne Cansiz parka ku navê Sakîne lê hatî kirin ziyaret kirin

14:15

JINHA


AMED – Malbata yek ji pêşenga PKK'e Sakîne Cansiz ku li Parîsê hat qetilkirin, Li Erxenî parka ku navê Sakîne Cansiz lê hatiye kirin ziyaret kirin. Di ziyaretkirinê de birayê Sakîne Cansiz Metîn Cansiz axivî û got: “"Mirovekî ku min pir baş nas dikir. Jina ku yekem car rastî îşkenceyê hat û parastina siyasî kir bû. Îxanet qebûl nedikir.”

Malbata yek ji pêşenga PKK'e Sakîne Cansiz ku li Parîsê hat qetilkirin, Li Erxenî parka ku navê Sakîne Cansiz lê hatiye kirin ziyaret kirin. Di ziyaretkirnê de birayê Sakîne  Metîn Cansiz û hevalê Cansiz yê girtîgehê Dogan Çetîn jî amadebûn. Metîn Cansiz ji ber xwedî derketine spasiyên xwe pêşkeşî şaredariyê kir û dema li parka ku par hatibû çêkirin geriyan, demên hestiyar hatin jiyîn. 

‘Ew jina yekem bû li dadgehên Tirkiyê parastina siyasî dikir’


Metîn Cansiz anî ziman ku gel bi awayekî ku heq kiriye li Sakîne Cansiz xwedî derketine, hem bira û hem jî rêhevalê Cansiz bû û wiha got: "Mirovekî ku min pir baş nas dikir. Jina ku yekem car rastî îşkenceyê hat û parastina siyasî kir bû. Îxanet qebûl nedikir. Li girtîgeheha Elezîzê rastî îşkenceyê hat. Mînak parastina esasî kir. Li wê me mêran tenê got; ‘em tevli wê dibin.’ Hevalên me yên mêr, yên herî wêrek wisa gotin. Yekem car bû, li dadgehên Tirkiyeyê jinekê parastina siyasî dikir. Yekem car tevgera jin ava kir. Pêkanîna tiştên yekem car, hez dikir û jineke wêrek bû. Her tim bi heyecan bû. Dema ciwanek û hevalek tevli dozê bikira, pir kêfxweş dibû. Wek gel tu kesî bi qasî be berdêl neda. Me nirxan mezin winda kir. Her yek cihê wan cuda ye. Em behsa kîjanê bikin. Înşallah em ê jî pêwistiya van berdêlan bînin cih."

Hevşaredar Aygun Taşkin anî ziman ku ji ber serdanê pir kêfxweş in û wiha got: "Me bi wan ev têkoşîn dît û jiyan. Jixwe her tim Rêbertî wiha dibêje. Divê jin û ciwan di vê têkoşînê de cih bigirin."


(zt)