Li Pakîstanê jina ciwan bi zindî hat şewitandin
14:27
Hezîran
30
/ 2014
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Pakîstanê mêrekê ji ber teklîfa zewacê da jinekê ne pejirand benzîn pêde kir û agir berdayê.
Li gundek yê girêdayî bajarê Toba Tek Singh Fayyaz Aslam yê 22 salî dema malbata keça ciyan Sîdra Shaukat ya 18 salî ji derve bûn kete hindirê mala wan, benzîn bi keçikê de kir û şewitand. Dema ku jina ciwan rakirin nexweşxanê di rê de jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku beriya bê şewitandin bi dehan caran ji aliyê wî kesî ve hatiye tacîz kirin.
(zt)

