Li Serdeştê keçek ciwan bi biryara malbat û eşîra xwe hat dardekirin

14:38

JINHA


SERDEŞT - Hat ragehandin ku keçeke Kurd li bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê piştî biryara malbat û eşîretê ji bo kuştina wê hat dayîn, bi awayekî nehênî hat darvekirin.


Hat ragihandin ku li gundê Mêrgese yê girêdayî bajarê Serdeşt ê keça ciwan ya bi navê Sara paşnavê wê nehat zanîn ya 22 salî bi biryara malbat û eşîrê hat dardekirin. Sedema dardekirina Sara nehatiye zanîn. Sara piştî ku ji biryara malbat û eşîretê ya derbarê xwe de agahdar dibe, dixwaze xwe bişewitîne lê bi ser nakeve û bi awayekî nehênî ji aliyê malbatê ve tê darvekirin. 


(zt)