'Divê jin di hemû pêvajoyên çareseriyê de cîh bigirin'

08:46

Perihan KAYA - Mekiye GORENÇ/JINHA


JINHA


STANBOL – Jinan ‘Zagona pêşnumeya ji bo dawî lêhatina terorê û bi hêzkirina hevgirtina civakî’ nirxandin û gotin: “Divê jin di hemû astên vê pêvajoyê de cîh bigirin. Divê daxwazên jinan li ber çavan bên girtin. Divê heqîqet û rastiya berevajî hatî zivirandin ruyê wê yê rastî derkevepêş û rast bê dahurandin. Divê dawî li çêkirina kalelol û qereqolan bê.”


Jinan ‘Zagona pêşnumeya ji bo dawî lêhatina terorê û bi hêzkirina hevgirtina civakî’ ya ku bi destnîşana Serokwezîr Erdogan pêşkêşî Desteya Bilind ya Meclisê hatî kirin nirxandin. Jinan mijara hîna pirsgirêk weke “pirsgirêka terorê” dîtin rexne kirin. Rojnameger Candan Yildiz bertek nîşanî pêşnûmeya gotinên weke “dawî kirina terorê” da û wiha got: “Pirsgirêk weke pirsgirêka terorê dîtin û bi wî awayî pêşnûme amadekirin tê wateya hîna hişmendiya dewletê hemane guherîn nebûye. Bi awayekî girtî ev salek û nîve li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêvajoyek ya hevdîtinan dane despêkirin ez vê pêvajoyê giring dibînim. Pêvajoya piştî vê jî dê dinava aliyên şer û hikumetê de berdewam bike.”


‘Divê heqîqeta berevajî hatî zivirandin ruyê wê yê rastî bê nîşandan’


Candan diyar kir ku hîna pêşnûme di rewşa taslexekê dene û wiha domand: “Gelek pêşniyanrên partiyan û parlementeran çêbûn dibe ku hinek guherîn di pêşnûmeyê de çêbibin.Tenê ev pêşnûmeyek ya di encama hevdîtinan de hatiye amadekirine. Tenê bi vê çareserkirina pirsgirêka kurd ne gengaze. Ji ber di van 30 salên şer de rastî û heqîqetên nayên bawerkirin hatîne jiyan kirin û ewana hemû berevajî hatine zivirandin. Divê ev rastî û heqîqet derkevin holê û ruyê wan yê rastî derkeve pêş. Di van 30 salan de rastiya ku jinên kurd jiyan kirine hene. Ev jinên k udi vê pêvajoya şer de weke hîmên bingehîn cîh girtîn daxwazên wan bên paşçav kirin û rastiya wan neyê dîtin wêdemê nikare hevgirtina civakî çêbibe.”


Sevda Bayramoglu: Li gel ku navek ecêbe jî giring dibînim


Parêzer û aktîvîsta Ji bo Aştiyê Girîşima Jinan (BÎKG) ê Sevda Bayramoglu jî nêrînên xwe hiha anî ziman: “Me weke BÎKG ji bo ku pêvajoya çareseriyê pêş bikeve heta zimanê me zivirî me vegot. Me di axaftinên xwe de ji bo aştiyê mekanîzmayên bên kirin vedigotin. Ji ber em vê xebatê giring dibînîn. Lê heger xebatek tê kirin divê êdî gotinên weke ‘teror û terorîst’ neyên xebitandin. Li gel van hemûyan û bi karanîna van navên ecêb jî cardin ez xebata kut ê kirin giring dibînim. Lê ji bo binê vê bê dagirtin dê bibe merîfeta yên ku ji bo aştiyê têdikoşin.” Sevda da zanîn ku ji bo pêşdeçuna pêvajoyê dibê kesîmên cuda jî di navê de cîh bigirin û wiha berdewam kir: “Divê jin din ava vê pêvajoyê de cîh bigirin. Divê daxwazên jinan bên dîtin. Divê rêveberiyek weke hev nûneriya wekehev bikin. Divê rastiya şer derkeve holê. Em diwê baweriyê denin ku rastiya pêvajoyê ya herî giring jî jinin. Ji ber wê jî em di xwazin di hemû mekanîzmayên civakî de jin cîh bigirin.”


 Arzu Erdogan: Hişmendiya terorê şer kur kir


Endama KESK’ê ya Stenbolê Arzu Erdogan jî balkişand ser pêvajoya amadekirina pêşnûmeya û got: “Gelo ev bese? Na ez bes nabînim. Ji ber dema ku em li madeyan dinêrin zagonek ne bes hatiye amadekirin. Ji ber wê jî pêşnûmeyê bi aloz dibînim. Lê dema ku mirov weke gavavêtinekê navbera aliyan de binêre wê demê giringe.” Arzu bilêv kir ku ew navê pêşnûmeyê weke “bidawîbûna terorê” şaş dibîne û wiha got: “Li Tirkiyê di hişmendiya gel de weke ‘pirsgirêka terorê’ hişmendiyek daye çêkirin. Dibin şerê 30 salan û giranbûna wê de ev bi cîh kirina vê têgihê di hişmendiya gel de cîh digire.”


‘Divê dawî li çêkirina karekolan bê’


Azru navê pêşnûmeyê weke “teror” binavkirin rexne kir û wiha domand: “Ji xwe bi kesên ku navê terorê li pêşnûmeyê kirî pêvajoya çareseriyê bi rêve naçe. Heger pêvajoyek ya muzakereyan hatiye despêkirin tê wateya sedemên pirsgirêka kurd dibîne. Ev pêvajo bi durutiyê rêvenaçe. Li aliyekê qala pêvajoya çareseriyê dike li aliyê dinê jî amadekariyê şer dike, qereqo, kalekol û bendavan çêdike. Heger birastî qala pêvajoyek ya aştiyê tê kirin divê demek ji ya dinê zutir çêkirina qereqolan bê rawestandin.


(zt)