Kampa Zarokan ya Havinê bi şanaziya zarokan didome
08:51
Şêrîn Hiso – Nûrcan Yalçin / JINHA
ELEZÎZ –Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Kampa zarokan ya 9’emîn li Elezîzê avakir. Kamp ji 14 pûşbera 2014’an heya 27 Tebaxê dewam dike. Berpirsê kampê Metîn Palandîken got: “ Kamp dê ji 10 hayman pêk bê. Di her haymakê de em 90 zarokî pêşwaz dikin. Armnaca me ew e ku di van çend mehan de em xwe bigirhînin 900 zarokan.”
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi armanca avakirina derfetên betlaniyekê ji bo zarokên li kuçe û kolanan dixebitin û zarokên ku rewşa malbatên wan ya aborî ne başe Kampa Zarokan ya Havînê pêkanîn. Kampa zarokan li ber Gola Hazarê ya bajaroka Gezînê ya Elezîzê hat avakirin. Ev kamp jî bi hefkariya Serokatiya Daîreyên Xizmetên civakî, komeleya Sarmaşiqê, saziyên bajarê Amedê, Gernendetiya Şaxa Xizmetên Zarokan tê amedekirin. Di salên berê de hejmara zarokên ku beşdarî vê kampê bûn giheştine 5500 zarokan. Lê îsal heta dawiyê tê payîn ku 900 zarok beşdar bibin. 9’emîn kampa zarokan bi çalakiyên cihêreng berdewam dike.
‘Zarok bi çalakiyên kampê dilşad dibin’
Berpirsê kampa Havînê ya Zarokan Metîn Palandîken ani ziman ku xebatên perwerdehiyên kampê bandorek mezim ser jiyana zarokan di vî temenî de dike û wiha got: “ Bi xebatên atolyê, çalakiyên werzeşê û hunera destan zarok hem pê kêfxweş û dilşad dibin hem jî dibe sedema ku zarok di vî temenî de fêr bibe ku pêdiviyên xwe bi xwe bikin. Li kampê zarokên temenê wan di navbera 9-14 salî de tên girtin. Ji ber zarok di temenên 9-14’an de kesayeta xwe avadikin. Em kedek mezin ji bo ewlehiya kampê didin. Derdorê Kampê bi têl û çîtikan hatiye dorpêçkirin li gel wê jî her şev hinek din ava kampê de nobetê digirin.”
‘Em hînî folklorê dibin’
Zaroka 10 salî ya bi navê Bêrîvan Kara destnîşankir ku beşdariya wê li Kampa Zarokan ya Havînê pirkêfxweşiyek mezine û wiha axifî: “ Ez li Kampa zarokan ya havînê fêrî gelek tiştan bûm. Li malê ez dereng ji xewê şiyar dibûm û roja min zû diqediya ji ber ku min nizanîbû ez çawa dema xwe orgenîze bikim. Piştî ku ez vegerim malê ezê dîsa her roj zû ji xewê şiyar bibim. Mamosta me fêrî govendên filklorî dikin. Berê ez ji keyina avê ditirsiyam lê niha ez êdî natirsim ji ber ku ez fêrî avjeniyê jî bûm. Ez ji boŞaredariya Bajarê Mezin a Amedê spas dikim ji ber ku wan derfetek wiha ji bom e afirandin.”
‘Xebatên komî yên din ava Kampê de min bêtir nêzîkî hevalêm min kir’
Zarokê 12 salî yê bi navê Mustefa Ozçelîk yê li kampê dimîne jî diyar kir ku Havîna îsal ji bo wî bi beşdariya kampê xweşbû û wiha got: “ Kamp pir xweş e. Her tiştê ku em li Kampê dikin demên wan diyarin ji vê yekê ez fêrbûm her tiştê xwe bi baldarî bikim. Her wiha ez hînbûm ku demê xwe çawan bi kar bînim. Min hevalên nû li Kampê naskirin û emê her dem bi bîra xwe bînin ku me di Kampê de hev naskir. Ez dixwazim carek din jî bêm Kampê û rihê komxebatê bi hevalên xwe re bijîm. Xebatên komî yên ku em di Kampê de pêk tînin min bêtir nêzî hevalên min kir.”
(ny-şh/zt)

