Li Wanê polîsan mudaxeleyî çalakiya bîranînê ya Zîlan kirin
10:53
JINHA
WAN – Ji aliyê DOKH’ê ve meşa ku bi boneya bîranîna Zîlan hatibû despêkirin rastî mudaxeleye polîsan hat.
Zîlan (Zeynep Kinaci) ya k udi 30’ê Hezîrana sala 1996’an de çalakiyek li Dêrsimê kir û di çalakiyê de jiyana xwe fedakir. Bi boneya 18’emîn salvegera çalakiya wê Têkela Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) a Wanê bi şev meşak meşaleyî li darxitin. Meşê ji taxa Xaçort ê despêkir. Di meşê de Meclisa Dayîkên Aştiyê, Hevşaredara navçeya Erdemîtan Sevîl Rojbîn Çetîn û Hevşaredara Qelqeliyê Handan Bagci jî di navê de gelek jin beşdarbûn. Di meşê de pankartên weke Emê bi giyanê xwe yê Zîlanbûyînê ber bi Îmraliyê ve bimeşin” di meşê de duruşmên weke “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin”, Bê Serok jiyan nabe” û “Ey Şehîd xwîna te li erdê namîne” hatin bilin kirin. Girseya gel heta şaredariya kevin ya taxa Seyîd Fehîm Arvasi meşiyan li wê meş ji aliyê polîsan ve hat asteng kirin. Girseyê mudaxeleya polîsan derbaskirin heta ber Nexweşxaneya Jiyanê ya Hekîm Lokman meşiyan li wê carekedinê rastî astengiya polîsan hatin. Bi avaşid û gaza îsotan polîsan mudaxleyî girseyê kirin. Çalakvanan jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan polîsan.
Rageşiya nava çalakvanan û polîsan heta derengiya şevê berdewam kir.
(zt)

