Zeynep Kinaci li Lîcê hat bîranîn
11:33
JINHA
AMED – Li Lîcê ji bo bîranîna Zeynep Kinaci (Zîlan) ji aliyê DOKH'ê ve çalakiyek ya bîranînê hat li darxistin. Di çalakiyê de nameya ku Zîlan ji bo jinan û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nivîsiyî hat xwendin. Piştî nameyê sînevizyon hat nîşandan û paşê jî muzîk hat guhdarî kirin.
Ji aliyê Tevgera Jinên Azad ya Demokratîk (DOKH), endama PKK'ê Zeynep Kinacı (Zîlan) ku di 30'ê hezîrana 1996'an de li Dersîmê hemberî leşkerên tirk çalakî pêkanîbû li wê jiyana xwe ji dest dabû li Licê "Herêma Şehîd Remzî" hat bibîranîn. Hevseroka Navenda BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, DOKH, TUHAD-DER, MEYA-DER, Xebatkarên KESK û Navenda Çanda Dîcle û Firatê, Hevşaredara Licê Rezzan Zugurlu, Hevşaredara Karazê Bêrîvan Elif Kılıç, Hevşaredara Peyasê Fatma Arşimed û bi sedan welatî tevlî biranînê bûn. Ji aliyê din alên KJB, YJA-STAR, PKK, KCK û DOKH'ê li qadê hat daliqandin. Weneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Zeynep Kinacı (Zîlan) û ciwanên ku li Licê jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin. Her wiha bi lazêrê li zinarên çiyayan wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat nîşandan.
Di çalakiyê de nemeya Zîlan hat xwendin
Li qadê ji aliyê jinan şîva fitariya hat belavkirin. Welatî fitariya xwe kirin. Piştî şîvê bîranîn bi avêtina fîşekên hewaî hat destpêkirin. Li qadê dirûşmên "Bijî Serok Apo" , "Bê Serok jiyan nabe", Rêheval Remezan nemir e", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" hat berzkirin. Deqekî rêz hat girtin û di rêzê sirûda çerxa şoreşê hat xwendin. Pêşiyê de nameya Zeynep Kinaci (Zîlan) ku ji bo Rêberê PKK Abdullah Ocalan nivisandiye hat xwendin. Piştî nameyê sînevîzyona ku qala jiyana Zîlan dike hat nîşandan. Herî dawî nameyek ku ji girtîgeha Semsûrê ji serhildana Licê û şahadeta Ramazan Baran hatibû nivisandin hat xwendin.
‘Ev qêrînên şoreşa xwe ji nû ve afirandinê ye’
Piştî nîşandana sînevîzyonê Însiyatifa Gel diyar kir ku sedema çalakiya Zîlan sedema ku jiyanê û mirovan hezdike ye wiha axivî: "Em çalakiya jiyandin û parastina Serokatî di sala 18'êmîn bi rêz bibîrtînin. Em dizanin ku şehîdên me li hemberî dagirkeran ku bi sedsalan têkoşiyan. Ev şoreşa me qêrînên tûnebûna gelê kurd nîn e, qêrînên şoreşa xwe ji nu ve afirandinê ye. Tevgera me pênasa şoreşa Rojavayê şoreşa jinê ye. Tiştên ku dikeve ser milê me zêdetir li şoreşa Kurdistanê xwedî derketin û têkoşînê di nav gel û kurd bilindkir e."
Piştre bavê Ramazan Baran stranê ku li ser kurê xwe nivisandibû xwend. Herî dawî Navenda Dîcle û Firatê bi pêşkeşkirina stranên xwe bîranînê bi dawî kirin.
(zt)

