Komaleya Hiqûqnasên Kurdistanê ji bo fermiyeta komaleya xwe serlêdan kirin

13:20

JINHA


AMED  - Komaleya Hiqûqnasên Kurdistanê ji bo fermiyeta komaleyê serî li Walitiya Amedê da. Hevseroka Komaleya Hiqûqnasên Kurdistanê Prz. Gulşen Ozbek Gulşen di dawiya axaftina xwe de jî ew ê wek avakarên Komaleya Hiqûqnasên Kurdistanê di her qadê jiyanê de li hember neheqî û zilmê tê bikoşin û got: "Em ê ji bo binesaziya hîqûqeke ku hemû takekesan diparêze û ji bo ku pergala dadê pêk were xebatan bimeşînin."



Endamên Komaleya Hiqûqnasên Kurdistanê ji bo fermiyeta komaleyê piştî serîlêdana Walitiya Amedê li ber avahiya walitiyê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevserokên Komaleya Hiqûqnasên Kurdistanê parêzer Gulşen Ozbek û Serhat Eren û gelek parêzer beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevseroka Hiqûqnasên Kurdistanê Gulşen Ozbek daxuyanî xwend û da zanîn ku ew ê ji bo hemwelatiyên ku li Tirkiyeyê û Kurdistanê ji ber nasname, ol, zayend, nêrîna wan li hemberî newekheviyê tên dê têbikoşin û wiha got: "Di bingehek meşrû û demokratîk de em ê têkoşînek hiqûqî bidin û me biryar da ku navenda komaleya me li Amedê be."

‘Emê maf û azdiya civakê bingeh bigirin’



Gulşen anî ziman ku ew wek hiqûqnasên ku pirî caran li hember astengiyên mafên xwezayî û azadiyê tên ji bo ku di navbera xwe de yekitiyek pêk bînin û ji bo ku mafên hiqûqî yên mirovan biparêzin ev komale ava kirine. Gulşen, destnîşan kir ku ew ê li cihê hiqûqa ku desthilatdar ji bo berjewendiyê xwe bi kar tînin, ji bo hiqûqek ku hemû derdorên civakê pê bawer in bixebitin û wiha axivî: "Em ê ji bo binesaziya hîqûqeke ku hemû takekesan diparêze û ji bo ku pergala dadê pêk were xebatan bimeşînin." Gulşen bilêv kir ku 70 kes avakarên komaleyê hen û ew ne tenê li Amedê li hemû bajarên Kurdistanê ji bo ku şaxên komaleyan ava bikin jî dixebitin û piştgirî ji hemû hiqûqnasan xwest.


‘Li her derê emê hembarî bê mafiyan rawestin’


Gulşen biryara Serdozgeriya Amedê a derbarê Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyeyê de dabû jî bi bîr anî û wiha berdewam kir: "Em hêvîdar in ku ev biryar ji bo me jî derbasdar bibe û bi tu astengiyê re em bi rû bi rû nemînin." Gulşen di dawiya axaftina xwe de jî ew ê wek avakarên Komaleya Hiqûqnasên Kurdistanê di her qadê jiyanê de li hember neheqî û zilmê tê bikoşin û bi vê armancê alikariya hemû hemwelatiyên ku mafên wan hatine xwarin bikin. 


(zt)