HRW: DAIŞ’ê 133 zarokên kurd revandine

13:45

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN  – Rêxistina Mafê Mirovan a Navnetewî (HRW) diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê di 29’ê gulanê de dema 133 zarokên kurd ku ji bo ezmûnê çûbûn Helebê û vedigeriyan, revandine. HRW’ê bal kişand ku DAIŞ dîmenên tundiyê nîşanî zarokan dide, bîrdoziya xwe bi zorî fêrî wan dike û ev jî sûcê şer e.

Li gorî daxuyaniya ku di malpera HRW’ê de hatiye weşandin, 153 zarokên ku temenê wan di navbera 13 û 14 saliyê de diguhere hatine revandin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştrî ji van zerokan 5 ji wan reviyan e û 15 jî di 28’ê hezîranê de hatine berdan.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku 2 zarokên ku reviyabûn, ji çapemeniyê re axivîne û diyar kirine ku DAIŞ bîrdoziya xwe û şerîetê bi zorê fêrî zarokan dike. Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku zarokên ji çapemeniyê re axivîne ku DAIŞ dîmenên tundiyê nîşanî zarokan dide, bîrdoziya xwe bi zorî fêrî wan dike û nimêj bi wan dide kirin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku ev sûcê şer e, zarok wekî rehîne têne girtin û hate xwestin ku zarok bêne berdan.


(zt)