TUHAD-DER a Amedê ji bo rewşa girtîgehan AKP şiyar kir

14:44

JINHA


AMED – Endama TUHAD- DER a Amedê Fîgen Ozbey ji bo balkişandina ser binpêkirinên mafan li Girtîgeha Tîpa T ya Sergirtiya Şirnexê daxuyanî xwendi. Fîgen diyar kir ku ev 15 rojin Girtiyên Girtîgeha Şirnexê di girteva biçîbûnêdenin û got: “Em hikumeta AKP’ê şiyar dikin. Bila demek ji ya dinêz dutir dest ji polîtîkaya xwe ya xirab ser girtîhihan berde. Berprisê van hemû kirinan îdareya girtîgehê û Wezîrê Dadêye.”


TUHAD- DER a Amedê biboneya bêmafiyên serîde ser Girtîgeha Tîpa T ya Sergirtiya Şirnexê û hemû girtiyên di girtîgehên herêmê û tevahiya girtîhegên Tirkiyê de tên girtin daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyanî li ber derê Girtîgeha Tîpa E ya Amedê hat dayîn. Di daxuyaniyê de endamên TUHAD-DER a Amedê, rêveberên navend û navçeyên BDP’ê, Hevşaredarên navçeya Peyasê, Komeleya 78’an, endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê û gelek rêxistinên saziyên sivîl amadebûn. Di daxuyaniyê de pankarata bi sernivîsa “Bêdengbûyîn bi mirinê re hemane, çavên xwe ji mirinan re negirin” hat vekirin. Endama TUHAD- DER a Amedê Fîgen Ozbey daxuyanî xwend. Fîgen da zanîn ku her diçe binpêkirinên mafan ser girtiyên siyasî zêde dibin. Fîgen destnîşan kir kul i gel pêvajoya çareseriyê jî cardin girtiyên nexweş nayên berdan.


Li ser giratiyên jin lêgera tazî tê sepandin!


Fîgen anî ziman ku bêmafiyên li girtîgehên herêmê û tevahiya Tirkiyê ser girtiyan tê meşandin li Girtîgeha Tîpa T ya Şirnex nû hatî vekirin jî berdewam dike û wiha got: “Girtîgeha Tîpa T ya Şirnex xwediyê kapasiteyek ya hezar û 200 girtiyan bigire ye. Girtiyên jin yên siyasî din ava girtiyên jin yên edlî de tên girtin. Girtiyên nexweş di dema wan de nabin nexwşxanê. Dema ku girtiyên nexweş dibin nexweşxanê li ser wan lêgera tazî dikin, kelepçeya bi destê wan ve na vekin û di dema nexeşxaneyê de girtiyan didin zorê.”


‘Em hikumeta AKP’ê şiyar dikin’


Fîgen anî ziman kul i hemberî bêmafiyên li Girtîgeha Tîpa T ya Şirnex tên kirin girtiyên di heman girtîgehê de ev 15 rojin di girtîgehê denin û wiha domand: “Kevneşopiya berxwedana rêxistina gelê kurd di Girtîgeha Şirnexê de berdewam dike. Em hikumeta AKP’ê şiyar dikin. Bila demek ji ya dinêz dutir dest ji polîtîkaya xwe ya xirab ser girtîhihan berde. Berprisê van hemû kirinan îdareya girtîgehê û Wezîrê Dadêye. Em bang li rayagiştî dikin kul i hemberî bêmafiyên li girtîgehan tên kirin şiyar bin.”


 (zt)