Li Enqerê polîsê 2 jin qetilkir hat kuştin

18:57

JINHA


ENQERE - Li Enqerê jina ku li ser polîsek bela xwe lêdixwe şikayet kir, li pêş qereqolê li gel xûşka xwe ya mezin hatin gulebaran kirin û qetil kirin. Êriş kar ji aliyê hevpişeyên xwe polîsan ve hat kuştin.


Li gorî agahiyên bi dest ketin bûyer di saetên şevê de li pêş Navenda Polîsan ya Beysukentê ya Navçeya Çankaya ya Enqereyê çêbû.


Li gorî îdiayê Şengul O ku li gel xûşka xwe ya mezin û zarokê wê ji bo şikayet kirina polîsê binavê Bîrcan T. ku bela xwe lêdida, li qereqolê şikayet kir, li taxa qereqol lêbû polîs Bîrcan T. li wesayita wan ya têdebûn de gule barandin. Di bûyerê de Nuray A li gel Şengul O jiyana xwe ji dest dan. Êrişkarê polîs Bîrcan T. ku ji aliyê hevpişeyên wî polîsan ve hat gulebaran kirin, li nexweşxaneya rakirinê de jiyana xwe ji dest da.


(zt)