Dê li Mêrdînê Serokatiya Daîreya Jinan bê avakirin
08:42
JINHA
MÊRDÎN – Hevşaredara Bajarê Mezin ya Mêrdînê Februniye Akyol mizgîniya dê dibiniya şaredariyê de Serokatiya Daîreya Jinan bê avakirin da û got: “Dê hemû piroje bi nêrîna jinan bê nirxandin û paşê bikevin meryetê. Dê mijarên girêdayî jinan û pirsgirêkên jinan yên weke tacîz, tecawîz şidet û îstismara zayendî ji aliyê Serokên Daîreyên Jinan ve bên lêkolînkirin.”
Di tevahiya cîhanê de cara yekem Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bi pergala hevserokatiyê ket hilbijartinan. Di bajarên bi ser ketin de di hemû karên xwe de pargala hevserokatiyê dan avakirin. Niha jî di şaredariyên bajarên mezin de Serokên Daîreya Jinan tê avakirin. Di nava wan şaredariyên ku serokên daîreyên jinan ava dikin jî yek jê Şaredariya Bajarê Mezin ya Mêrdînêye. Hevşaredara Bajarê Mezin ya Mêrdînê Februniye Akyol mijar nirxand. Februniye diyar kir ku sedema avakirina Serokên Daîreyên Jinan jî polîtîkaya partiya wane.
‘Me dest bi xebatên sazumaniyê kirine’
Februniye dazanîn ku nêrîna jinan û wekhaviya jin û mêran ji bo xebata wan di serî de cîh digire. Februniye destnîşan kir ku dê bi vê helwesta xwe din ava navend û navçeyan de xebatên xwe birêvebibin û dê di şaredariyan de jî serokatiya daîreyên jinan ava bikin. Februniye derbirî ku weke Şaredariya Bajarê Mezin ya Mêrdînê ji bo xebata wan ya peyîweridarkirina Serokatiya Daîreyên Jinan sazumaniya wan amadeye û wiha got: “Ji bo Şaredariya Bajarê Mezin ya Mêrdînê tengasiyên me habûn. Hîna bînayek ya me nîne. Dema ku me ev derbaskir emê Serokatiya Daîreya Jinan bêxin meryetê. Em weke hevserok ketin rê. Bajarên her dem bi hişmendiya mêran hatî rêvebirin û her dem mêran jê re şaredarî kirî hene. Ji ber wê jî bêyî jinan bifikirin hema proje derxistine û xistine meryetê. Emê vana bi guherînin. Dê hemû piroje bi nêrîna jinan bê nirxandin û paşê bikevin meryetê. Dê mijarên girêdayî jinan û pirsgirêkên jinan yên weke tacîz, tecawîz şidet û îstismara zayendî ji aliyê Serokên Dawîreyên jinan ve bên lêkolînkirin.”
Emê Akademiyan Kooperatîfan û komeleyan avabikin
Februniye diyar kir ku dê aboriya jinan pêşbixin, kooperatîfan avabikin û komeleyên jinan zêdebikin. Februniye da zanîn ku hilberîna ji van sazî û komeleyên jinan derkevin dê girêdayî Serokê Daîreya Jinan be. Februniye anî ziman ku dê Serokên Daîreyên Jinan hemû van karan di bin banê xwe de bigirin û wiha domand: “Berê me bi jinên nava şaredariyê re civîn kir. Ew jin weke k udi nava qefesê de hatibin girtin. Karê ku dihat kirin bêyî ku nêrîna jinan jî têde hebe biryar dihat girtin û diket meryetê. Lê em dixwazin hêz, huner û keda jinan derxin pêş.”
‘Piştî şertên fîzîkî hatin başkirin dê daîreyê jinan bên avakirin’
Februniye bilêv kir kul i gor mercên heyî heta daîreyên dinê jî cihê wan ne diyarin û wiha berdewam kir: “Niha cihê mey ê em têde xebatên xwe bi reve bibin nîne. Me niha dest bi sazumaniya xebatên xwe kiriye. Lê di aliyê fîzîkî de niha şertên me ne destdayîne. Piştî derbaskirina vê prisgirêkê emê dest bi avakirina Serokatiya Daîreya Jinan bikin.”
(zt)

