Li Mûşê dê ‘Qehweya Jinan’ vebe

08:43

Şehriban Aslan / JINHA


MÛŞ – Li Mûşê ji bo şikandina hişmendiya mêran ya serdest û beşdarbûna jinan nava jiyana civakî dê MUKADDER ‘Qehweya Jinan’ veke. Girêdayî vekirina qehwê aktîvîsta MUKADDER’ê Tuba Gur diyar kir ku armanca wan ya vekirina qehwê ji bo jin beşdarî nava jiyana civakî bibin û jin ji bazarê jê bo çêkirina xwarina destê xwe pêdiviyên xwe ji bazarê bigirin.


Yek ji navendên ku hişmendiya mêran ya serdest û hişmendiya civakê ya fewdal têde deshilate, ji ber wê jî bi qasî ku tune bin jin beşdarî nava karên civakî dibin. Ji bo ku jin ji malan derkevin li Mûşê projeyek nû dikeve jiyanê. Dê dibinya Komeleya Jinan ya Mûşê (MUKADDER) de “Qehweya Jinan” bi vekirin. Di qehweya ku dê bê vekirin de dê jin bi riya wê beşdarî nava karên civakî bibin û civînên xwe li wê derxînin. Dê qehwe bibe cihek wiha ku hemû jin bi rehetî bikarin bikevinê û derkevin. Aktîvîsta MUKADDER’ê Tuba Gur da zanîn ku armanca wan şikandina hişmendiya mêran ya serdeste.


‘Li Mûşê derfetên civakî nîne’


Tuba destnîşan kir kul i Mûşê tu herêmên civakî ji bo jinan nîne, ji bo ku jin bi rehetî bikarin tevlî nava herêmên civakî bibin dê “Qehweya Jinan” alîkarî bike û got: “Em baş dizanin kul i Mûşê herêmên civaki yên ku jin bi rehetî bikarin beşdar bibin nîne. Dê jin hemû daxwazên xwe di qehwê de bikarin bînin cîh. Ya herî giring jî emê ji bo qûluba ramanan û nirxandinên femînîstan hewil bidin ku navendekê avabikin. Emê ji bo jinan hemû şêweyên perwerde û sermîneran pêşbixin.”


‘Jin dixwazin bi nasnemeya xwe ya jinbûnê li bajar bijîn’


Tuba çawan fikira avakirina qehwê wiha dinirxîne: “Weke komeleya jinan û bi navê polîtîkayê 3 hefteyan atolyeyên me hebûn. Di atolyeyê de me ji bo jinan got di xeyalê we de bajarê heyî xêz bikin. Jinan êdî bajarek ji bin deshilatiya mêran derketî bi nasnameya xwe ya jin bûnê jiyan kirinê xêz kirin. Yek ji wan jinan jî herêmek weke kafeya jin têde rehet bikare tevbigere weke li wê bi rehetî zaroka xwe bimêjîne xêz kiribû. Di rastiyê de tuştek ya di xeyalê me hemûyan debû, lê kesê j ime ne dida der. Bi saya jinên din ava atolyeyê de me cesaretek wiha girt û em li dora vê fikirê kilît bûn. Dema ku me vê fikira xwe bi jinên dinê re jî par kir her carê hinek jinên dinê jî ramanên xwe tevli yê me kirin û bi vî awayî pêşket.”


‘Heta meha îlonê dê projeya me bikeve meryetê’


Tuba anî ziman ku heta îlonê dê projeya wan ya “Qehweya Jinan” bikeve meryetê ji bo wê jî bi her awayî lez dane xebatên xwe û wiha got: “Ji avakirina qehweyê em dixwazin cihek bi giştî ayîdê jinan hebe. Em dixwazin cihek wiha be heta dawiyê hemû kar û xebatên wê jin bi rêvebibin. Em dixwazin li cihê weke Mûşê jin tên girtin û ji hemû navendên civakî bê par dimînin çawa jin bi ser dikevin û dikarin derkevin nava hemû herêmên civakî nîşan bindin.”


Li Mûşê herêma bazarê nîne’


Tuba derbirî kul i Mûşê bazarek ya jin têde rehet tevbigerin û xwe têde îfade bikin nîne, di heman demê de dê qehweya bê vekirin pêşiya van pêdiviyan jî veke. Tuba bilêv kir ku ew dixwazin di vê projeya xwe de bi ser kevin û paşê jî li hemû taxan qehweyên wiha vekin û wiha domand: “Divê jinên Mûşê me bi tenê nehêle û alîkariya me binkin. Divê Mûş ji hişmendiya mêr ya deshilatdar bê rizgarkirin.”


 (zt)