Gel bi boneya salvegera qetilkirina 33 ronakbîran diherikin Sêwasê
10:45
SÊWAS - Bi hezaran kes, ji bo bîranîna 33 rewşenbîrên di 2'ê Tîrmeha 1993'an de li Otela Madimak a Sêwasê hatin qetilkirin, li Malacem a Seyrantepeyê civiyan.
Bi hezaran kes, bi armanca bîranîna 33 rewşenbîrên di 2'ê Tîrmeha 1993'an de li Otela Madimak a Sêwasê hatin qetilkirin, ji bo tevli merasîma bîranîna ji aliyê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal ve tê organîzekirin û 49 sazî bi beşdariyê re destekê dibin bibin, li Malacem a Seyrantepeyê, civiyan. Girseya gel a danê sibê ji cihên cuda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatin, li ketina Sêwasê ji aliyê polîsan ve hat sekinandin. Polîsan bi baldarî li wesayîtan geriyan û nasnameya mirovên dixwestin beşdarî merasîmê bibin, kontrol kirin.Li pêş Malacem a Seyrantepeyê li gel wêneyên 33 rewşenbîrên jiyana xwe ji dest dan pankartên bi nivîsên "Agir ji xwe fedî kir, yên agir dîtin ji xwe fedî kirin, lê yên şewitandin û dan şewitandin fedî nekirin", "Ola dewletê zilm e, mezheba wê komkujî ye", "Ji Mereşê heta Sêwasê, ji Roboskî heta Gezî, ji Soma heta Şirnex û Liceyê em edaletê dixwazin", "Me şehîdên xwe yên Sêwasê ji bîr nekirin, emê ji bîr nekin", "Ji 2'ê Tîrmehê heta Roboskî ev êş ya me ye", "Li Dêrsim Madimak Roboskî komkujî hat kirin, emê ji bîr nekin, emê nedin ji bîr kirin" hatin daliqnadin.
Din ava girseyê de jinan kincên ser sembolên çanda elewiyan hene li xwe kirine
Li pêşiya Malacem her wiha posterên mezin ên Hz. Elî û Haci Bektaşî Welî hatin daliqandin. Hin ji jinên hatin Malacem wêneyên ji çanda Elewiyan li xwe kirin. Piştî kombûnê girseya gel wê bi kortejan dest bi meşê bike. Di meşê de li gel Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Serokê PSAKD'ê Muslum Dogan, nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk, xizmên qurbaniyên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, malbatên Roboskî û Gezî û parlamenter jî wê beşdar bibin. Karkerên ji karesata kana komirê ya li Soma'yê filitîn jî bi baretên li serê xwe û bi tîşorta bi nivîsa "Soma ji bîr nekin" beşdarî merasîmê dibin.
Di vê navberê de tedbîrên ewlekariyê yên rewşa awarte yên li Sêwasê balê dikşînin.
(zt)
