KCD: Komkujiya Sêwasê bi plan û zanebûn hatiyekirin
10:59
JINHA
AMED - KCD’ê der barê salvegera komkujiya Sêwasê de daxuyaniyek nivîskî dan. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Komkujiya li Sêwasê plan û zanebûn pêkhatiye. Di daxuyaniyek nivîskî da û li Tirkiyeyê ligel ku bawerî û nasnameyên cuda hene, serdest zîhniyeta yekane ferz dikin.”
KCD’ê der barê salvegera komkujiya Sêwasê ya ku têde 33 ronakbîr hatin qetilkirin de daxuyaniyek nivîskî dan. Di daxuyaniyê de hat zanîn ku zîhniyeta redkar û yekane baweriyên cuda her tim kirine hedef û wiha hat berdewam kirin: “êşa vê ya herî mezin jî di serî de kurd û Elewiyan, hemû baweriyên cuda jiyane.”
‘Komkujiya Sêwasê bi plan û zanebûn hatiyekirin’
Di bedewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku li Amed, Dêrsîm, Mereş, Çorum, Meletî, Şirnex, Gazî, Gezî, Gever, Roboskê û gelek cihên din komkujiyên ku wek lekeyên reş li dijî mane hatine pêkanîn. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “ Yek ji van jî komkujiya Sêwasê ya di 2’ê Tîrmeha 1993’an de li Otela Madimakê pêk hatiye. Di vê Otelê de mirov bi zindî hatin qetilkirin. Piranî Elewî 33 nivîskar, rewşbîr û hozan, du xebatkarên Otalê jia liyê komên faşîst ve hatin qetilkirin. Komkujiya Sêwasê bi plan û zanebûn hatiyekirin. Berpirsên vê komkujiyê ne tenê yê komkujî pêkanîne, yên ku ji bûyerê re temaşevan mane û mudaxale nekirine, rayedarên dewletê ne jî. Ji bo ku komkujiyên din yên bi vî rengî neyên jiyîn divê hesab bê pirsîn û bi komkujiyên re bê ru hev. Ev jî berpirsyariya her kesî ye.
Em komkujiya Madimakê careke din lanet dikin û kesên jiyana xwe ji dest dane jibîr nakin.divê hemû alî bi hevre berxwedana xwe bilind bikin û têkoşîna xwe mezin bikin.”
(zt)
