Roja Jinên Cîhanê…

11:01

 


Leyla Ayaz/ JINHA


 Di sala 1857’an de Neteweyên Yekbûyî roja 8’ê Adarê wekî Roja Jinên Cîhanê qebûl kir.


Her çend ev roj di asta navnetewî de di salên 1970’an de hatibe qebûlkirin jî, bûyer û daxwaza pîrozkirina vê rojê ya wekî rojeke hevbeş ya jinên cîhanê rastî salên 1800’î tê.


Di 8’ê adara sala 1857’an de jinan li New Yorkê (Dewletên Yekbûyî Emerîka) grevek li dar xistin. Jinan bi greva xwe daxwaz dikirin ku saeta wan ya kar dakeve 8 saetan û heqdestekî wekî hev ji wan re bê dayîn. Lê belê di encama grevê de kargeha jinan hate şewitandin û bi qasî 100 jin di encam vê bûyerê de mirin. Her çend jinan bi grevê daxwaza xwe dabin qebûlkirin jî, têkoşîna bi rêxistinî ya ji bo mafên jinê di salên 1900’î de dest pê dike. Di sala 1903’an de li Emerîkayê ji bo parastina mafên jinê yên aborî, polîtîk û kesayetî "Kualîsyona Sendîkayên Jinan" hate sazkirin. 


Di yekşema dawî ya sala 1908’an de jinên sosyalîst li New Yorkê, ji bo mafên xwe yên dengdan, polîtîk û aborî meşek pêkanîn. Her wiha ev roj wekî yekem xwepêşandana "Roja jinan" tê qebûlkirin. Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê lêgerîna jinan ya ji bo mafên xwe, di sala 1909’ê de jî, bi beşdariya 2 hezar kesî xwepêşandanek pêk hat û piştî vê xwepêşandanê bi beşdariya 20- 30 hezar jinên karkerên tekstîlê greveke giştî hate destpêkirin. Karkerên jin, di greva xwe dixwestin ku şert û mercên xebata wan bê başkirin û heqdestek baş ji wan re bê  dayîn. Kualîsyona Sendîkaya Jinan pêwîstiya jinên di vê grevê de pêşwazî kir û kefaleta jinên ku di vê xwepêşandanê de hatibûn girtin da.


Têkoşîna Jinên Emerîkî, jinên Ewropayê jî bandor kiriye. Di sala 1910’an de li Kopenhagê Konferansa Jinên Sosyalîst a Navnetewî ya 2’yem hate lidarxistin. Di konfresansê de Clara Zetkin der barê rojeke jinan ya cîhanî de ku jin karibin tê de daxwazên xwe bînin ziman, pêşniyar kir û pêşniyara wê hate qebûlkirin. Piştî vê biryarê ku rojeke teqez nehate diyarkirin, yekem roja Jinan ya Cîhanî di 19’ê adara 1911’an de li Almanya, Avusturya û Danîmarkayê hate pîrozkirin. Girîngiya vê rojê ew bû ku qralê Prusyayê di sala 1848’an de hin reform mohr kiribû û di nava van reforman de jinê karibin mafên xwe yên dengdanê bikarbînin. Lê belê ev reform nehate pêkanîn.


Pîrozkirina 8’ê Adarê wekî roja Jinên Cîhanê jî, di sala 1972’an de bi organîzasyoneke mezin ya bi navê "Tevgera Adarê" ya li Sidneyê hate kirin, dest pê kir. Piştî ku Netewên Yekbûyî navbêra salên 1975-1985’an wekî "Deh Sala Jinên Netewên Yekbûyî" îlan kir, di 16’ê kanûna 1977’an de jî 8’ê Adarê wekî "Roja Jinnên Cîhanê" îlan kir ku bê pîrozkirin. Di salên piştî vê de welatên endamê Netewên Yekbûyîne 8’ê Adarê wekî Roja Jinên Cîhanê Pîroz kirin.


 (la)