Kamuran Benek yê ku bi çeka dewletê hevsera xwe qetilkir li kuye?

08:43

Bêrîtan ELYAKUT - Melek YUKSEL / JINHA


ŞIRNEX – Li Sêgirkê Rabîa Benek ji aliyê hevserê xwe yê cerdevan Kamûran Benek ve bi 7 darbên çekê hat qetilkirin. Derket holê berî ku Rabîa bê qetilkirin bi salan ji destê hevserê xwe şidet dîtiye. Dema ku jinên li bajaroka Sêgirkê bi bûyera qetilkirina Rebîa hesiyan xwestin bûyerê ronî bikin û daxuyanî bidin lê ji aliyê mêrên malbata wan ve hatin asteng kirin. Derunasa Komeleya Navenda Şêwirmendiya Jinan Zehîde ya Şirnexê Ayfer Şahîn girêdayî bûyera Rabîa nirxandin kir. Ayfer di van demê dawî de ji bo zêdebûna qirkirinên jinan  hemû jin û saziyên jinan vexwend Şirnexê.


Di 31’ê gulanê de li bajaroka Sêgirkê ya Şirnexê Rabîa Benek ji aliyê hevserê xwe yê cerdevan Kamuran Benek ve bi 7 derbên çekê hat qetilkirin.  Derunasa Komeleya Navenda Şêwirmendiya Jinan Zehîde ya Şirnexê Ayfer Şahîn bûyera Rabîa wiha nirxand: “Ji ber Kamuran cerdevan bû dewletê çek da wî. Di roja 31’ê gulanê de Kamuranê cerdevan çeka xwe bi kar anî û hevsera xwe Rabîa qetilkir. Piştî çend rojan me agahiya qetilkirina Rabîa bihîst. Dema kum e agahî girt hema ez û du hevalên xwe yên xebatê çun Sêgirkê. Dema ku em çun bajaroka Sêgirkê me xwest em konê şînê ziyaret bikin. Ji ber me dixwest em girêdayî bûyerê agahiyan bigirin.”


‘Mêran destur neda em daxuyanî bidin’


Ayfer diyar kir ku dema ew weke komeleya jinan ji bo ronîkirina bûyerê çune Sêgirkê ji bo bûyerê baş hîn bibin ji aliyê mêrnê malbata Rabîa ve hatine asteng kirin û wiha got: “Rabîa bi pismamê xwe re zewicîbû. Li cihê taziyê malbat û xizmên wan Kamuran diya xwe û bavê xwe jî li wê bûn. Dema ku em nû çun ji aliyê jinên wan ve normal hatîn pêşewazî kirin. Em li gel jinan axivîn. Me bi wan dan zanîn ku em ji bo bûyera Rabîa hatine û emê roja dinê daxuyanî bidin çapemeniyê. Piştî vê gotina me mêrên malbatê hemû li derdora me kombûn. Mêrên malbata wan diyarkirin ku ewê qet desturê nedin ku em li wê daxuyanî bidin. Me jî ji bo wan got ev tenê ne pirsgirêka weye ya hemû jinane. Di rastiyê de dayîka Rabîa û xwişkên wê dixwestin tevlî daxuyaniyê bibin lê mêrên malbatê destur nedan.”


‘Bi çeka ku dewletê dayê hevsera xwe qetilkir’


Ayfer da zanîn k udi encama lêkolînê de derket holê Rabîa gelek şidet ji destê hevserê xwe dîtiye û wiha domend: “Her dem li ser laşê Rabîa cihê derban hebû û wiha digeriya. Ji ber şideta didît dixwest vegere mala bavê xwe. Lê her dema ku diçu mala bavê xwe bavê wê cardin li malbata wê vedigerand. Herî dawî di şeva 31’ê gulanê de di navbera Rabîa û hevserê wê de nîqaş derket. Di encamê de Kamuranê cerdevan çeka ku dewletê dayî girt destê xwe, hevsera xwe û zarokên xwe reşand. Din ava wê gulebaranê de 7 gule rastî bedena Rabîa hat û jiyana xwe ji dest da. Lawê Rabîa yê 11 salî jî bi 3 guleyan birîndarbû.”


‘Zarokê 11 salî naxwaze sucdar bibe’


Ayfer destnîşan kir ku piştî bûyerê zarokê Rabîa yê 11 salî xwest berpirsyariyê bigire ser xwe û wiha berdewam kir: “Çeka ku ji bo qetilkirina Rabîa hatî xebitandin gelek girane. Ne gengaze ku zarokê 11 salî bikar wê çekê rake û diya xwe qetilbike. Bi hevdîtinên me li gel zarok kirî de, me ferq kir ku zarok l igel naxwaze kes sucdar bibe jî cardin dixwaze b ime bide pejirnadin ku wî kiriye. Lê li gorî lêkolînên hatin kirin hat zanîn ku Kamuran Benek hevsera xwe qetilkiriye zarokê xwe birîndar kiriye û xwe winda kiriye.”


‘Tundiya mêran û civakê jinan qetil dike’


Ayfer anî ziman k udi van du hefteyên dawiyê de 3 jinan xwe întihar kirine û yek jî di acîlê de tê girtin û got: “Me li ser vî demê dawiyê de zêdebûna xwekuştina jinan lêkolîn kir tenê sedemek derket pêşiya me ew jî tundiye… Tundiya mêr û civakê. Nebahat Tatar ji ber dê hevserê wê jinekî dinê li ser wê banîbana bi xwe derman xwar xwe întihar kir û jiyana xwe ji dest da. Sevîm Uslu jî şeva 16’ê gulanê ber bi serê sibê ve çeka birayê xwe yê cerdevan girt û xwe bi wê întihar kir û jiyana xwe ji dest da.”


‘Jin ne bitenêne’


Ayfer derbirî ku ev  tenê yên ew dizaninin û wiha got: “Tenê ev yên ku em gihiştinê ne. Li Şirnexê gelek bûyerên wiha yên kum e ne bihîstine û em negihanê hene. Mixabin hîna li Şirnexê jin ji aliyê mêrên nêzî xwe ve tên qetilkirin, neçar dibin xwe întihar dikin û zarok rastî îstismarê tên. Em weke Komeleya Navenda Şêwirmendiya Jinan Zehîde ya Şirnexê dixwazin bêjin ku teqez jin ne bi tenêne û ew nakevin. Li cihê ku bêmafi heye emê serê xwe rakin. Heta ku hêza me hebe emê li gel jinan bin. Bi tayîbetî jî di vandemên dawî de ji bo zêdebûna qirkirinên jinan emê dinava çalakiyên mezindebin. Di vê çarçoveyê de em hemû jin û saziyên jinan vedixwînin Şirnexê.”


‘Di hemû bedena wê de şopên derban hebû’


Hinek kesên ku Rabîa Benek dinasin lê naxwazin navê xwe bidin wiha qala bûyerê kirin:


“Rabîa berî niha 16 salan ji aliyê malbata xwe ve bi zorê hat zewicandin. Hevserê wê 15 salan ji wê mezintirbû. Her dem hevserê wê şidet lê dikir û di laşê wê de şopa lêdanê hebû. Her dem ev rewş di veşart. Tuştek ji bo kesê nedigot. Kesê hevserê wê şiyar nedikir. Ji ber herdem Rabîa şidet didît her dem direvî mala bavê xwe. Berî bûyerê 3 rojan Kamuran Benek ji malê derdixe. Hevsera wî Rabîa bi şêweyek aram dibêje ‘Tu çim amin derdixê.’ Ew jî kursiyekê digire serê wê dixe. Wê şevê Rabîa bêdeng bû û dengê xwe dernexist. Rojadinê Rabîa çu mala diya xwe û xwest carekedinê li mala hevserê xwe venegere. Ji ber Rabîa bi xizmê xwe re zewicî bû herdem ji aliyê malbatê ve carekedinê di hat vegerandina mala hevserê wê. Şeva ku bûyer çêbûyî saet nêzî 12.00’an bû dinavbera Rabîa û hevserê wê de gengeşeyek derket. Li gel Rabîa keça wê ya 13 salîk kurê wê yê 12 salî û zaroka wê ya 2 salî jî hebû. Hevserê Rabîa çu çek anî û li ser wan de gule barand. Rabîa destê xwe bilind kir bi gotina ‘wiha neke’ re guleya despêkê li destê wê xist. Paşê jî li ser hemû bedena wê gule barand û di wê navberê de lawê wê yê 12 salî jî birîndarbû. Zarokê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Ji derveyî zarokê birîndar 2 keç û lawek yê Rabîa hene. Niha mêrik wendaye li kuye kes nizane lê her kes li hemberî vê rewşê bêdeng dimîne.”


 (zt)